Bêbextî û tohmeta PKK dîsa derew derket

Mamosteyê Zimanê Kurdî û endamê KNK Deniz Cevdet Bulbul, di 18ê Îlonê de li Hewlêrê ji alî hinek kes yan kesan ve hatibû kujtin û jiyana xwe ji dest dabû.
Medya PKK wek her care dest bi bêbextî û tohmetan kir û kujtina Bulbul xist stuyê PDK û PDK wek şirîkê dewleta Tirk nîşan da. Lê dîsa wek her care derket hole ku PKK û medya wê derew û bêbextîyan dike, dixwaze kiryarên xwe yên qirêj veşêre û PDK tawanbar bike.
Têkildarî qetilkirina endamê KNK Denîz Bulbun geşedanên nû derketin hole.
Hat ragihandin ku di derbarê qetilkirina endamê KNK Denîz Cevdet Bulbul de li Hewlêrê de 2 kes hatine binçavkirin.
Di derbarê mijarê de yek ji parêzerên ku dosyaya Bulbul bi rê ve bir Aso Haşim daxuyaniyek da çapemeniyê. Haşim, diyar kir ku 3 kes bi kujtina Bulbul tên sûcdarkirin û diyar kir ku ji wan 2 kes hatin binçavkirin. Haşim da zanîn ku yek ji wan tohmetbaran bi dabînkirina pereyan ji bo kujtinê û yê din jî bi peydakirina çeka bêdeng hatiye tohmetbarkirin.
Haşim got: “Ragihandina dosyayên 2 welatiyên Tirkiyê yên li Dadgeha Cezayê Giran a Hewlêrê bi dawî bûye, rêkarên yasayî bi giranî temam bûne û ew kes bi terorê û sîxuriyê tên sûcdarkirin”.
Di berdewamiya daxuyaniyên xwe de Haşim wiha got: “Kesê kujer Ereb û ji Bexdayê ye. Piştî kujtina Bulbun vegeriya Bexdayê. Heta niha nehatiye girtin“.
Di gotinên Parêzer Haşim de dixuye ku 2 tohmetbar ji Bakurê Kurdistanê ne, ango yan sîxurên PKK ne, yan jî sîxurên dewleta Tirk in ku di encamê de her du alî jî ji yek navendê tên birêvebirin. Kujer jî Ereb e û ji Bexdayê ye, li Bexdayê ye û hê jî nehatiye girtin.