Kultur

Çîroka reva girtîgehê ya Yilmaz Guney tê ser ekrana mezin

Jiyana Yilmaz Guney tê ser ekranên mezin. Fîlm ji aliyê derhênerên Swîsreyî Edi Hubschmid û Bruno Hubschmid ve hatiye nivîsandin.

Fîlm pêvajoya reva Guney a ji girtîgehê û heta mirina wî di pirtûka “Rê Çîrokek Sirgûnê ye” de berhev kirine.

Jiyana lîztikvan, derhêner, senarîst û çêker Yilmaz Guney tê ser ekrana mezin. Tê çaverêkirin ku di demek nêzîk de hilbijartina lîztikvanên navxweyî û biyanî ji bo fîlmê ku wê ji aliyê Kazim Çarman û derhêneriya Cîhan Înan bibe, dest pê bike.

Fîlmê ku wê ji aliyê Ugly King Production ve bê çêkirin, wê behsa tiştên ku  Guney di nameya xwe de ji Hubschmider e gotibû, rewşa zindana nîvvekirî ya Isparta û pêvajoya temamkirina fîlmê “RÊ” ya neqediyayî û çîroka reva wî ji zindana Isparta bo girava Rhodes, Swîsre û Fransa.

Çêkerê Swîsreyî Edi Hubschmid pirtûka “Rê Çîrokek Sirgûnê ye” pêvajoya reva Guney ji girtîgehê û heta mirina wî berhev kiriye.

Yilmaz Guney ê ku li Yumurtalika navçeya Edeneyê Hakimê Navçeyê Sefa Mutlu di gazînoyekê de kujtibû 19 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn û piştî ku 5 sal di girtîgehê de ma, di sala 1981ê de ji girtîgehê reviya derve.

Back to top button