BDP û Feraseta wê Ya Mixalefetê
BDPya ku di bin siya tundiya PKK de siyaseta xwe fetisand, ji bo vê deme re imkaneke. Yên ku bipirsin derfeta ji bo çiye, bila li xwîna ku rojên dawî de hatî rijandin binerin.
Qebûl bikin an nekin, ji ber ku BDP di meclise de ye, zimanê tundiyê mehkumê korbûnêye. Lê ji bo ku ev yek çêbe, divê BDP ji ‘apolîtiqayê’ derbasî polîtîqayê bibe. Yanê ji bê siyasete derbasî siyasete bibe, siyasetî hilberîne. Bibe xwe.
Gotina ku bila bi awayê siyasî însiyatîfê bigre deste xwe, gotinek pûçe. Ez dixwazim vê yeke bêjim: di giştiyê siyaseta Kurdan de, faqtorên wekî hêvîyên hilbijêrên BDP, bandora desthilatdarî ya PKK, taybetiyên qadroyên BDPê û emanetvaniya parlamenterên BDP bandordarin.
Di vê rewşê de, ne mimkune ku di demek kurt de BDP siyasetê bike û bibe partiya Tirkiyeyê. Lê bûyîna xwedî prensîp, di warê siyasete de bûyîna biryardar ya ji vê girîngtir jî, ji bo ku bandorek lezgînî bi de ser xebatên meclisê, ne hewceye ku BDP bimîne hêviya guherîna sosyolojiya meclisê.
Çimkî durûtîyê ne sosyolojiya ku hûn jê hatîn, helwesta we ya xwedî prensîp kifş dike. Bandora Sosyolojiya ku hûn jê perçeyekin, her dem di rêza 2. de ye.
Bûyerên bixwîn ên di rojên dawî de, ji durûtiya BDP mîsalên pir kifşin. BDPyîyên ku dibêjin ‘ji mirinan re dawîbûn, em aşitiyê dixwazin’, li Sêrtê kuştina 4 jina şemrezar dikin (çimkî ew Kurdin) lê ji bo kuştina polis û xanima wî ya ku li Dêrsimê maçê temaşe dikir, tu tişt ne gotin( Çimkî ew Tirkin.)
Wateya gotina min ya ku bila BDPyîyan xwedî prensip bin ewe ku bila dev ji durûtiyê berdin e. Çimkî heke hûn weke partiyek siyasî bixwazin bandora xwe zêde bikin û ji tundiyê dûr bikevin, divê hûn serxe rast bisekinin.
Ji ber vê yekê rola ku BDP di pêvajoya çêkirina qanûna bingehîn de bilîze, jê re şansek pirr girînge. Him jî ji bo kesên ku dibêjin BDP di rêya PKK de ye re jî, wê bibe bersivek baş. Lê ji bo vê jî divê dev ji gotinên pûç û beredayî berde. Şuna wan heke BDP bi pêşniyarên ku daxwazên hilbijêrên xwe dihundirîne were, wê bikaribe meşruîyeta xwe ji bandora PKKê veqetîne.
Dibe ku hûn bipirsin, ma ev ji wan re hewceye? Ez jî qebûl dikim ku ji hin parlamenterên BDP re ne hewceye. Lê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê re ev divêtiyeke. Heke raya giştî vî warî de bandorê bide ser BDPê, wê BDP jî biguherîne. Ev jî tiştek normal û tabi’îye. Ya ji vê girîngtir jî, baskên di PKK de ên piştgirî didin polîtîqayên erênî û aqlêselîm jî li hemberî ve yeke dernakevin. Çimkî di hemû siyasetên bêçare de her dem hêvî tê lêgerîn.
Ya rastî di heyama havînê de çiqas BDP û hilbijêrên wê tevlî boykot numayîşan jî bibûn, ji lihevkirinê re misaît xwiya dikin. Ê ku nayê lihevkirinê PKK ye. Heta ku daxwazên bi têkilî wê hebin, naye lihevhatinê.
Çimkî ji BDP re sînorê lihevkirinê, daxwazên wê ên siyasî ne.
Ev yek jî li gorî hêviyên Kurdan ên mafên siyasî û çandiyê ne. Daxwaza PKK jî domandina xwe û bibe şirîkê deshilatdariye.
Lê ji bo ku evbên cîh, divê li gora hin rêzan bê tevgerîn. Ewil divê neyê jibîr kirin ku siyaset ji bo ya mimkun tê kirin. Divê hûn kêmasiyên saziya ku dixwazin biguherînin baş hesab bikin û bi rê bikevin. Rêya herî bandordar ya guherînê hêja jî, di pergalekê de cîh girtine û di vê pergalê de ji bo guherînê tevgerîne. Dijberiya vê yekê, ne rastiyek ûtopîke. Di bêhişiyek wisa ku tê de mirin, êş û elem heyî de, tu kes nizane ku wê kê serbikeve.
Bejan MATUR
www.xeberenkurdi.com