Em dikarin şerê Surî bikin
Wezîrê derve yê Tirkiye Ahmet Davutoglu bernameyek ya televizyonî de bersiva pirsên rojnemevan M. Ali Birand dan.
Li ser nexweşiya ku di navbera Israil û Tirkiye de destdayî davutoglu got: Nexweşiya di navbera me û Israilê de destdayî em bi heqin. Di derbarê pirsekî de dema em bi heqbin emê mafê miletê xwe jî biparêzin.
Ahmet Davutoglu rewşa Surî jî nirxand û di derbarê Surî de got ku, eger rewşa navxwe ya Surî bibe tehdîtek li ser Tirkiye emê bi hemî awayî midaxeleyê rewşa Surî bikin. Em şer di nav de ji hemî seneryokî re amadene.
Davutoglu di derbarê hinek pirsan de got: Di raya giştî de hinek nirxandinên provakatîf têne kirin. Tê nirxandin ku wekî Tirkiye di çerçova bloka welatên rojhilatê de li himber Surî helwestê datîne. Ne raste ku ez bêjim îhalê maye li ser milê me. Ji xwe îhala herêmê ya me ye.Di vê derbarê de kesek nikare şîreta li me bike. Eger rewşa Surî bighe astekî ku tehdîtekî li ser parastina Tirkiye teşkîl bike , em hingê ji her tiştekîre amade ne û dikarin şerê Surî jî bikin.