Li rojhilata Kurdistanê partiyek nû hate damezirandin
Li Rojhilatê Kurdistanê partiyek nû belavoka damezirandina xwe belav kir. Li gor wê belavokê, ew partî wê ji partiyên din ên Rojhilatê Kurdistanê cûdatir dirûşmeya “Bila Komara Îslamî ya Îranê bê hilweşandin” bilind nekin.
Navê wê partiyê jî, Tevgera Komarîxwaz a Rojhilatê Kurdistanê ye û xwe wekî cîgirê ti partiyekê nabîne. Di beşek ya belavoka damezirandina xwe de dibêje: “Wê ev tevger tekoşînê bike û hewl bide ku bibe stargeha komkirina bawerî, deng û rengên cûda yên civakê. Erkê tevgera me di meydana gihandin û tekoşînê de, bawerî bi aliyên beşdarvanên proseya xebata li Kurdistanê (li çep, rast û navînê) bêne.”
Tevgera Komarîxwaz a Rojhilatê Kurdistanê nexşe rêya xwe dariştine û li gor qonaxa yekemîn ya nexşe rêya wan, partiya wan hewl dide ku Konferansa Aştiya Netewî saz bike. Tevayî partî û aliyên Kurdî beşdarî wê konferansê bikin.
Qonaxa dûwemîn jî damezirandina Kongreya Netewî, Parlamentoya Rojhilatê Kurdistanê li Diyaspora ye. Parlemento jî ji nûnerê hemû partî û rêxistinên siyasî, olî, rêxistinên sivîl, civakî, hêjmarek kesayetên diyar û berçav ên piraniya çînên civakê pêktê.
Qonaxa sêyemîn ya nexşe rêya wê partiyê jî, ji damezirandin û ragihandina hikûmetek dîfakto bû Rojhilatê Kurdistanê pêktê.
Ya ev partî berevajî partiyên din ên Rojhilatê Kurdistanê dike ewe ku dirûşmeya “Jinavbirin û hilweşandina Komara Îslamî ya Îranê” di bernameya wan a siyasî de nîne. Ji ber ku bi baweriya wan “Dirûşmeya hilweşandin, ne tenê ser êşî bo partî û aliyan dirûst kiriye, belkî sedemeke ji bo serkutkirina gelê Kurd ya ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve.” (Rudaw)