Polîtîk

BBC û Washington Post behsa dewleta Kurd dikin

Rewşekî nû li Iraqê girtiye û ev rewş jî bandorê li ser pirsa Kurd dike. Gelek kovar û rojname û malperên cîhanî li wê baweriyê dane guhertin li berjewendiya gelê Kurd dane û dikare li demeke kurt da li paşarojê dewletekî nû li cîhanê da dabimezrê, ku ew jî Kurdistane. 

Malpera BBC ya Brîtanî li raporek da dinivîse, qeyrana Iraqê mezintir dibê û şer jî li Bexda nêzîktir dibê. Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li pêşrewiyên berdewame û kariye zêdetirê navçeyên Kurdistaniyên derveya îdareya Herêma Kurdistanê kontrol bike.

Berpirsekî bilinda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi BBC ragihandiye eger hêza Pêşmergeyên Kurdistanê wê valahiya emnî ya pir nekiriba ku bi sedema çolkirina artêşa Iraqê ve dirust bû eve xelkê wan navçeyan mal û halên xwe bi cîh dihiştin û serî li Herêma Kurdistanê dikir. Ew berpirs eve jî rûnkir ku şandina hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo wan navçeyan buye sedema wê yekê aramî û asayîşa wan navçeyan bê dabîn kirin û xelk jî li jiyana xwe dilniya bê. 

Rojnameya Washington Post a Amerîka jî li raporek da dinivîse, rewşa Iraq berev xerapiyê diçe û Herêma Kurdistanê jî kevir û berda bingeha dewletekî serbixweya Kurdî datîne. Rojnameya Amerîka dinivîse, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hengavekî mezin bi arasteya serbixweya aborî da hilgirtiye, eve jî li rêya wê hevpeymaniya stratejiya li gel Hikûmeta Tirkiyê de heye. Meha derbasbûyî Hikûmeta Herêmê li rêya Tirkiyê dest bi şandina nefta xwe kir û dahata wê jî li hesaba banqek da datînin ku li bin kontrola Kurd daye.

Back to top button