Polîtîk
Bazirganiya li navbera Çîn û Kurdistanê dîsa destpêkir
Navenda Bazirganî û Rewşenbîriya Kurdistan/Iraq û Çîn agahdariyek ji bo hemû bazirganên Kurdistanê belav kiriye û dide zanîn ku bazirganîkirina li gel Çînê berdewame û li navbera hatin û çûna ser sînor derbasgehan de jî ti kêşeyek nîne.
Daxuyaniyê de hatiye gotin: Bi we radigihînîn ku hemû karûbar û tevgerên bazirganî li navbera parêzgehên Herêma Kurdistan û Iraqê bêyî hebuna hîç giriftek berdewame.
Her wiha berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin: Di derbarê xalên tixûbî û sînoriyan jî hemû derbasgehên sînoriyên (Başmax, Îbrahîm Xelîl, Hacî Omeran, Am Qesir) li gor rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevgerên bazirganî li gor rênimayiyên Hikumeta Herêma Kurdistanê berdewam dibê.