Civak

Bavê netewa Kurd MELE MISTEFA BARZANÎ

Bi minasebeta wefata salvegera serokê nemir Mistefa Barzanî, serokê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye mehmet Emnin Kardas daxûyaniyek belav kir û serokê nemir yad kir.Kardas di daxûyaniya xwe de dibêje: Leheng, Fermandar, Siyasetmedar û Dîplomatê mezin yê sedsala 21’mîn; Bavê netewa Kurd Berêz MELE MISTEFA BARZANÎ ; pêdiviya ko em pesnê te bidin nîne lewra hemî cîhan bi rûdan û qehremaniya te de bi serwexte. Bes em netewa kurd hêvîdarin ko bi dilsozî û bi cangorî rê û rêbaza te de bimeşin.Bi vê helwestê em Partiya Demokrata Kurdistanê –Tirkiya  (PDK-T ) dilovaniya te a sala 37 emîn bi xemgînî bibîr tînin, em ji xwedayê dilovan ji giyana te re rahmetê dixwazin ciyê te buhişt Be, serê Netewa Kurd saxbê. İnnâ lillâh ve İnnâ ileyhi Râciûn!.. emin_kardas_652131381

Back to top button