CîhanDosya

Sala 2016 dê sala cudabûna Kurdistanê be ji Iraqê?

Malpera National Interest di derbarê serxwebûna Kurdistanê de û cudabûna wê ji Iraqê raporek belav kiriye û tê de dibêje:Serok Barzanî bi eşker ragihandiye ku dema referanduma diyarkirina çarenûsa Kurdistanê heye, lê di heman demê de jî gotiye ku, ev yek nayê wê wateyê ku piştî referandumê dê di cih de dewleta serbixwe bê ragihandin, lê belê ew referandum dê daxwaza rasteqîne ya xelkê nîşan bide. Malpera National Interest behsa wê yekê dike ku Serok Barzanî li sala 2014ê de daxwaza referandumê kiribû û biryar bû parlemento demek ji referandumê re diyar kiriba, lê şerê DAIŞê ew pirose paş xist. Şerê DAIŞê jî baştir ji her referandumekê wêneyê kurdistaneke serbixwe nîşanî hemû dinyayê da û Herêm Kurdistanê bi tenê û bi bê Bexdayê ew şer kir û bi awayekî serbixwe.  Malpera National Interest ragihand: “Derbarê Kurdistanê û serxwebûna wê, ew pirose bê pirsgirêk nabe. Me hevpeyvînek ligel Berpirsê Navenda Lêkolînên Pêşxistina Kurdistanê Sero Qadir pêk anî û wî jî ragihand ku, referandum pêwendîdar e ligel serxwebûna Kurdistanê, lê bi baweriya min em dikarin bê referandumê jî serxwebûna xwe rabighînin.”  40 welat dê piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bikin Sero Qadir ji National Interest re gotiye: “Dema Serok Barzanî behsa referandumê dike, ji bo wê yekê ye ku hemû aliyên siyasî yekdeng bin, ji ber ku di vê piroseyê de Serok Barzanî ji ber pêgeha xwe, pir bihêztir dikare ligel Iraq û civaka navdewletî reftarê bike.”  Herwiha Sero Qadin ji wê malperê re ragihandiye: “Sala 2016ê dê Kurdistan serbixwe be û dê hersê welatê Îsraîl û Siûdiye û Fransa bi fermî îtîrafê pê bikin û herwiha tê pêşbînîkirin ku 40 welatên din jî piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bikin.”  Serxwebûna Kurdistanê ne li dijî destura Iraqê ye jî National Interest li ser zimanê Serokê Berê yê Parlemantoya Kurdistanê û Fermandarê Pêşmerge Kemal Kerkûkî dibêje: “Diyarkirina çarenivîsê mafekî siruştî ye yê her neteweyekê û yasaya navdewletî û peymanameyên Neteweyên Yekbûyî û mafê mirovan li ser yekdeng in, ji ber ku mafekî rewa ye.”  Kemal Kerkûkî ragihandiye: “Serxwebûna Kurdistanê ne li dijî destura Iraqê ye jî, wek ku Bexda îdia dike, ji ber ku destura Iraqê dibêje pêkhatên Iraqê bi razîbûna xwe di çarçoveya Iraqê de mane, bi wê wateyê ku dikarin di nava Iraqeke yekperçeyî de nemîne.” 

Back to top button