Polîtîk

Divê hemu mafên netewî û bingehîn ya gelê Kurd were nasandin

Bo Bîrûrayê GiştîMeclîsa Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK di 27-28 Sîbata sala 2016’an da li Amedê cîviya û li ser babatên, ku di rojeva cîvinê da bûn û bûyêr û pêşhateyên Kurdistan,Tirkiyê û navçeyê, giftugo kir. Meclîsa PSK biryar da, ku ragihandina jêrî pêşkeşê bîrûrayê giştî bike. Li ser şer û pêvçûnên bi xwîn, ku li Cîzîrê, Sîlopî, Amed-Sur, Nusaybîn û Hezexê diqewîme, gelek roj derbas bûn. Bi hezeran kes bûne qurbanên şerê hanê, ku piraniya wan sîvîl û bê guneh in. Bajarokên hanê di bin dorpêçkirina leşkerî ne û têda hatinûcuyin hatiye gedexekirin û mafên mirov têne pêpes kirinê, ku ev yêka hanê jî kareseta heyî mezintir dike. Bi sedhezaran kes bi îcbarî malê xwe, cî û warê xwe bi cî hiştine û rewşa wan ya xirap dilê merivan diêşine. Bajar û bajarokên, ku têda şer û pevçûn heye, bûne kavil. Xizmetguzarî dı van deran da hatiye sekinandin û xalkê van deran perperişan bûne.Kavilkarî û qetlîamên, ku li Kurdistanê diqewîmin, ne tenê dibine sedema êş û azara mezin, her usa dibine sedema aloztir û kûrtir bûna pirsa Kurd û hêviya çareseriyê lawaztir dike. Terefên, ku sedemên rewşa hanê ne, şuna ku dev jê siyaseta xwe ya çewt berdin, binbesta tundûtijiyê kûrtir dikin.PKK gefa berbelavtir kirina şer û pevçûnan dixwe. Dewleta Tirk, pê li ser tundûtijiyê xwe dike. Dewlet û PKK di warê gef xwarin û tundutijiyê da ketine rikeberiyê.Hêj gelek dereng nebûye û karesatên mezin neqewîmine, PSK, carekî dinê banga PKK dike ku, dev jê siyaseta “xendekan” berde, çekdarên xwe ji bajer û bajerokan derxine, daku rê li ber çareser kirina pirsa kurd bi diyalog û giftugo were çareser kirinê, vebe.Operasyonên dewletê, ku bi çekên giran birêva diçe û dibe sedema qurbaniyên mezin, ne tenê pirsa Kurd çareser nake, her usa aloztir dike. Operasyonên hanê sedema qatlîaman e û gelek caran eşkere bûye, ku nikare serkeve û pirsa Kurd çareser bike.Partiya me banga dewleta Tirk dike, ku dev jê operasyonên hanê berde û dîsa vegere rewşa diyalog û giftugoyê.Divê herçi zutir şer û pêvçun bênê sekinandin û êdî xwîn neyê rijandin.Bi bê navarok kirinê, bi înkar kirinê ve pirsa Kurd nayê çareser kirinê.Divê hemu mafên netewî û bingehîn ya gelê Kurd were nasandin.Meclîsa PSK daxwaza nasandina pênaseyê Kurd dike.Meclîse PSK daxwaz dike, ku zimanê kurdi di hemu qonaxan da bibe zimanê perwerde û bibe zimanê fermî.Meclîsa PSK daxwaz dike, ku gelê Kurd li Kurdistanê çarenusê xwe bi xwe diyar bike.Meclîsa PSK di proseya amade kirina destura nu da, giringî dide pêşniyarên gurup û pêkhateyan û divê destura nu bi beşdariya wan were amade kirinê.Bi gor Meclisa PSK, bi parastina hemu mafên bingehîn ya gelê Kurd û gurubên din yên netewî û olî va, destura nu dibe destureka azadîxwaz,demokrat û plural.Partiya me, çalakiyên xwekujiya TAKê ku di nava bajaran da encam dide, mehkum dike û radigîhine, ku çalakiyên hanê xizmeta doza Kurd nake.Meclisa PSK êrîşa li ser boriya neftê ya Kurdistana Başur-Ceyhan mehkum dike û radigihîne ku êrîşa hanê êrişek e li ser Kurdistana Başur û deskevtînên netewiyê.Meclîsa PSK diyar dike ku hilanîna masuniyetên parlamenteran, nabe dermanê derdên Tirkiyê.Meclîsa PKS, ji sansurên li ser medyayê, girtina rojnamevanan nigeran e. Ev û tedaxula sîstemên dadî, dibîne sedemên otorîtertir bûna dewleta Tirkiyê.Bi gor Meclîsa Partiya me, ateşbesê muaqatî, ku ji bona bi dawî anina şerê naxweyiya Suriyê, di 27’ê Sibatê destpê kiriye, derfeteka baş e. Ji bona çareseriya mayende li Suriyê, divê giftugoya Cenevre- 3 bi beşdariya hemu tarafan bi rêva biçe.Êrîşa Tirkiyê bo ser sengerên YPG xizmeta çareser kirina pirsgirekan nake. Bi gor Meclisa Partiya me, divê pêyvendî nava Tirkiyê û Kurdên Rojavayê da dostane be û ev yêka hanê jî dibe alîkarek bi hêz jibona nerm bûna rewşa Kurdistana Bakur.Bi gor bîr û baweriya Meclîsa Partiya me, li Rojhilata Navîn sîstema dij-Kurdan sîst û belav dibe û ev yêka jî ji bona Kurdan derfetekê dîrokî ye. Bi gor bîr û baweriya Meclîsa Partiya me ji bona ku derfeta hanê ji bona azadiya gelê kurd were bi kar anin, divê hêzên welatparêzên Kurdistan siyasetaka Kurdistanî birêva bibin û hevkariyê pêkbinin.Meclîsa Partiya me banga hêzên welatparêzên Kurdistana Başur dike, ku, ji bona serxwebûnê destê xwe bidine hevdu.29 Sibat 2016Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK 

Back to top button