Berpirsê Eniya Başîkê ya Hêzên Pêşmerge ragihand ku navenda Başîkê bi temamî hat rizgarkirin û ew pilana ku jê re hatibû danîn hat cîbicîkirin. Hemîd Efendî Berpirsê Eniya Başîkê ya Hêzên Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro serê sibehê Hêzên Pêşmerge li gorî pilana ku ji wan re hatibû danîn êrişî navenda Başîkê kirin û niha Başîk bi temamî rizgar kirin û dibe ku çend xwekuj tê de mabin û ew jî dê bên kuştin.” Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Ew pilana ku hatibû danîn bo rizgarkirina Başîkê % 100 hat cîbicîkirin û serkeftineke mezin hat bidestve xistin, herwiha gelek terorîstên DAIŞê hatin kuştin û gelek termên wan li ser erdê mane.”
Pêş
26/10/2026
Rapirsîneka herî dawî hate eşkerekirin, balkêş e..!
26/10/2026
Dê nêzîkî 5,000 çekdarên YBŞ tevlî hêzên Iraqê dibin.
Têkildar
Balkêş e ?
Close


