Polîtîk

Barzanî û Nûnerê Amerîka li ser demografya rojava axivîn

Roja sêşem 18.02.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyoz James Jeffrey Nûnerê Taybetî Amerîka yê Karubarê Sûriye û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya Iraqê û hengavên ji bo pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê û egerên bihêzbûna terorîstên Da’îş li Iraqê hate nirxandin.

Li beşekî dinê vê civînê de ronahî xistin li ser rewşa Sûriye û hevkêşeyên meydaniyên dawî ya wî welatî û di derbarê rola aliyên Kurdî li pêşhatên Sûriyê de danustandina bîr û ramanan kirin û Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku pêwîste li her rewşek da rê li wê yekê bê girtin gelê Kurd li Sûriye tûşî girift û çarenûsa nediyar bibê û nabê bi tu awayekî guhertina demografî li Bakûrê Rojhilata Sûriye rû bide.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka mijareke dinê vê civînê bû û hemahengî û karê hevbeş ya her dû aliyan ji bo şerê dijî terorê bilind nirxandin û tekez jî li ser berfirehkirina hemahengiya dû aliyane ya li warên cûda cûda de kirin.

Back to top button