Ahmed Davudoglu Wezîrê Derveyê Tirkiye pêşwaziya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir û paşê civîneke hevbeş sazkirin.

Li destpêka civînê de Wezîrê Derveyê Tirkiye ji bo beşdarî kirina li çaremîn kongreya Akpartî spasiya Serok Barzanî kir. Her wiha behsa gotara Serok Barzanî ya beşdarî kirina li çaremîn kongreya Akpartî de kir, ku li gotara xwe de Serok Barzanî piştgiriya xwe ji bo wê siyaseta Akpartî ya çareser kirina kêşeyên navxweyiyên Tirkiye û bi taybetî kêşeya Kurd de dûpat kir. Davutoglu naveroka gotara Serok Barzanî ji bo berdewambûna Akpartî li ser wê siyaseta ku li ber girtiye bi palpiştiyekî girîng danî.

Her wiha li vê civînê de guftûgo li ser pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Komara Tirkiye kirin û girîngiya wan pêwendiyan dûpat kirin û behsa hengavên paşarojê ya ji bo berfireh kirina pêwendiyan li ruyê diblomasî û aborî ve kirin.

 

Civina di navbera şanda Kurdistanê û Tirkiye de

 

Serok Barzanî ji bilî dûpat kirina hemû palpiştiyekî Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina plan û nexşeya Akpartî ya ji bo çareser kirina kêşeyan behsa wê yekê jî kirin ku pêwîste Tirkiye li ser wê nexşerêya çareser kirina kêşeyên navxweyî de li ber girtiye berdewam bibe.

Li mijarekî dinê civînê de behsa wê yekê kirin ku Herêma Kurdistanê û Tirkiye du cîranên girîngê hevdûne û hêvî xwestin pêwendiyê wan bigihin astekî bilindtir ku niha li navbera her du aliyan de heye.

 

 

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: