Polîtîk

Iraqê ji Tirkiyê xwest ku leşkerên xwe vekişîne

Ajansa nûçeyan AFPê îdia kir ku, hikumeta Iraqê a navendî, ji dewleta Tirkiyê xwestiye ku, leşkerên xwe yên ku li ser xaka Kurdistana Başûr hatine bicîhkirin vekişîne. Li ser navê hikumeta navendî a Iraqê, berdevkê hikumetê Elî Debbax daxuyanî daye. Daxuyaniya Debbax wiha ye: “Desteya wezîran biryar girti ku, li ser xaka Iraqê bila ti bargehên leşkerî û leşkerên biyanî nemînin. Dîsa biryar hatiye girtin ku, leşkerên biyanî nekevine xaka Iraqê jî.”

Desteya wezîran, ji meclîsê re jî pêşniyar kiriye ku, di vê warê de peymanên berê bên betalkirin û yên nû neyên morkirin. 

Hat îdiakirin ku, bi şertê navê xwe eşkere nekirinê, rayedarekî payebilind yê Iraqî diyar kriye ku, armanca ev biryara desteya wezîran, ji bo ku bargeha Tirkiyê a li ser xaka Kurdistanê a li bajarê Duhokê bê betalkirin e. 

Bi salan e ku hin hêzên leşkerî yên Tirkiyê li Kurdistana Başûr bicîh bune. Berê jî ev bargehên dewleta Tirkiyê yên li Kurdistana Başûr hatibûn rojevê û li ser niqaş hatibûn kirin. 

Hebûna leşkerên Tirkiyê yên li Kurdistana Başûr, di sala 1995 an de, di heyama Saddam de, ji bo li dijî PKKê bikaranînê bi paymanê hatibû bicîhkirin.  

 Piştî peymanê, di sala 1996 an de, li bargeha Bamernî a leşkerî 1200 leşkerên Tirkiyê li wira hatin bicîhkirin. 

Back to top button