Polîtîk

Ji bo çi partiya we şenaziyê bi Barzanî dike?

 

 

Roja şemiyê kongreya 4-ê ya Ak partiyê li Enqere civiya û serokê Kurdistanê jî wek mêvan beşdarî kongreyê bû. Barzanî di kongreyê de axaftinek bi kurdî kir. Dema axvtina Barzanî de gelek caran bi çepkan axvtina wî hate pêşwazî kirin.

Taybetî kurdên ku di kongreyê de gelek caran ji pîya ji bo Barzanî li çepka dixistan. Bê goman taybetî ji bo kurdên di nava Ak partiyê de beşdarbûna serokê Kurdistanê gelek bi naverok bû.

Li ser vê yekê beşek ji CHH-ê û MHP gelek aciz bûn. Heta MHP ji bo beşdarbûna Barzanî di kongreyê de, kongre protesto kirin û beşdarî nekirin.

Niha jî parlementerê CHP-ê yê bajarê Mersinê Ali Riza Ozturk pirsek nivîskî bi rêya serokê parlementoyê pêşkêşî serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan kir û daxwaz kir ku Erdogan bersiva van pirsan di parlementoyê de bide.

Parlementerê  CHP-ê Ali Riza Ozturk, ji Erdogan çend pirs kirin:

Di konreya partiya we de ji bo Barzanî hate gotin ku, “ Tirkiye şenaziyê bi we dike“. Sedemê vê çîye?

Vî kesî ji bo xêra Tirkiye çi kiriye ku şenazî pû bê kirin?

Ji kengê ve Tirkiye şenaziyê bi kesên pişgiriyê didin terorê dike?

Gelê Tirk kesek din nedît heta şenaziyê li wî bike?

Ev pirsên Parlementerê CHP-ê ye. Niha di nav CHP-ê de eger tu dengek li himber vî parlementerî dernekeve ev pirsên wî dibe wek dîtina partiya wî. Ev yek jî cardin dê nav hinekan de diltengiyê peyda bike. Guh li dengên di nav CHP-ê de ye.

 

Back to top button