Polîtîk

Fezlekeya parlementerên BDP tê meclîsê

Doh meclîsa Tirkiyê vebû. Di meclîsê de tê texmîn kirin ku, mijarên herî sereke, pirsgirêka Kurd û rakirina destnedayîniya parlementerên BDPê bin. Di derbarê rakirina destnedayiniya 9 parlementerên  BDPê de fezleke, ji aliyê serdozgeriya komarê a Wanê ve tê amadekirin. Serdozgerê komarê yê Wanê daxuyandiye ku, fezleke temam bûye û wana wê ji meclîsê re bişînin. 

Parlementerên BDPê li navçeya Colemêrgê li ser rêya Şemzînanê, dema ji serdana gundê Baglarê vedigeriyan, ji aliyê gerîlayên PKKê ve rêya wan hatibû birîn. Karwana BDPyiyan hatibû rawestandin û gerîlayan propaganda kiribûn. Di heman bûyerê de, di navbera parlementerên BDPê û gerîlayan de germbûnek çêbibû û hemdu hembêz kiribûn. 

Ji ber vê bûyerê, di rayagiştî a Tirkiyê de niqaşan destpêkir û ji aliyê gellek beşên siyasî û civakî de nerazîbûn hatibûn nîşandan. 

Serdozgeriya Komarê a Wanê jî di derbarê vê bûyerê de lêpirsîn dabû meşandin. Fezlekeya ku ji bo rakirina destnedayiniya parlementerên BDPê tê amadekirin, gihaştiye dawiyê û hema hema temam bûye.

Piştî temambûna fezlekeyê, wê ji meclîsê re bê şandin. 

BDPê jî di vê mijarê de diyar kiribû ku, ger tekilî parlementerekî wanbin jî, ew ê di bin baniya meclîsê de nesekinin. 

Herî dawî Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî daxuyaniyên tund dabûn û diyar kiribû ku, ew bi BDP’iyan re di heman meclîsê de cih nagre û heta ji bo parlementerên BDPê gotibû, bila biçine qendîlê. 

Back to top button