Kamer Genc dijminetiya kurda dike
Herweha Qemer Gênc ji bo ku rejîma Sûriyê rewa bide pejirandin û mana desthelatiya Partiya Be´sê bide domandin, li dij Serok Berzanî , serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan û Emerikayê tiştên ku jê hatine gotiye. Wî bi vê yekê xwestiye ku ne miletê Kurd bigîje mafê xwe û ne jî dîktatoriya Sûrî hilweşe.
Qemer Gênc gotiye ku desthelatiya Receb Teyîb Erdoganî sedemê yekemîn e ku Tirkiyeyê xistiye xetereke mezin, sedema vê yekê jî ev e ku li Sûriyê tenê desthelatiyeke siyasî ya Elewiyan heye, dixwaze vê jî ji holê rake. Herweha gotiye ku Receb Teyîb Erdoganî dijminên Sûriyê li nêv axa Tirkiyê perwerde dike û wan dişîne Sûriyê, esker û pêlîsên Sûriyê dide kuştin, Beşar Esed jî mecbûr e xwe biparêze.
Gênc axaftina xwe domandiye û gotiye: Receb Teyîb Erdogan mirovekî maceraperest e û dixwaze plan û projeyên Emerikayê bîne cih. Ji ber ku desthelatiya AK Partiyê di binê fermana Emerikayê de ye.
Qemer Gênc axatina xwe ji sînorê parlemantiyê bihurandiye û gotiye: Îran jî û Sûriye jî hem dostên me ne û hem jî birayên me ne. Lê Receb Teyîb Erdogan mirovekî bûdela ye û nizane ku yê li pişt perdê Îsraîl e.
Qemer Gênc li dijê Kurdan jî weha gotiye: Yên ku AK Partiyê li ser nigan radigirin, Kurd in. Ji xwe diyar e ku di hilbijartinan de dengên Kurdan hemî diçe bo partiya Receb Teyîb Erdoganî. Îro 80 parleman û heşt wezîrên Kurd di AKPê de hene. Eger Kurd desteka xwe jê vekişînin, desthelatiya Ergoganî dirûxe. Îro Kurd û Emerika li gor daxwaza xwe Receb Teyîb Erdoganî direqisînin (istediği gibi oynatıyorlar). Ji ber hindê Receb Teyîb Erdogan bi Berzanî û Emerika re lihevhatin kiriye û hemû texlît soz li pişt perdê daye Kurdan.
Qemer Gênc, Receb Teyîb Erdoganî wek dijminê Elewiyan jî nirxandiye û gotiye: Dijminatiya Erdoganî wisa tûj li dij Esedî ku dike, ji ber ku ew Elewîtiyê ye lewra dike.
MHP û CHP dijatiyeke mezin ji bo hatina Kongreyê ya Berzanî dane nîşandan
2012-10-01
Rojeva Kurd/Tehran