Polîtîk

Barzanî: Serxwebûna Kurdistanê rastiyek e (Video)

Srokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekî bi kanala telefizyonî ya Dubayê re çêkir. Barzanî di vê hevpeyvînê de hinek babetên girîng şirove kir û di derbarê rewşa niha ya Kurdistanê û Iraqê de dîtinên xwe wek caran gelek bi zelalî gotin.

Serok Barzanî di vê hevpeyvîna xwe de di derbarê ragihandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê de got; Ez dibêjim bila kurd li her parçeyekî Kurdistanê li gorî taybetmendiyên vê parçeyê hewl bidin ku pirsa kurd çareser bikin, li hevdem ez ti car jî daxwaza Gelê Kurd bo damezrandina dewleteke serbixwe ya Kurdî bi xewin nizanim jiber ku, ev rastiyeke û dibe rojek ji rojan were cîhbicîhkirin. Kêşeya Kurd jî yek kêşeye nayê dabeşkirin, em dibe giftûgo li ser damezrandina dewletê bi rêya aştî û danûstandinan bikin nejî bi rêya şer û tundûtîjî.

Serok Barzanî di beşeke din ya vê hevpeyvîna xwe de diyar kir ku, di nava cîhana erebî de di derbarê têgehêştin ji Kurd û doza Kurd de kemanî û kemasî hene û pêwîste Ereb vê yekê bi başî bizanibin ku, Kurd ne mêwane ne jî koçere belku, xwediyê axe û yek ji kevintirîn gelên Deverê ye.deverêye.

Di derbarê rewşa Kurd û Kurdistanê de jî Serok Barzanî diyar kiriye ku, Kurd niha di nava rewşeke baş dene û hertim ber bi pêş ve diçin û di warê siyasî de asta têgehêştina Gelê Kurd gelek bilind bûye lewre niha em ji şerê navxweyî ya Kurdan gelek dûrin û nemimkune ku, ti careke din şereke bi vê rengî biqewme.

 

 

Back to top button