Polîtîk
Barzanî pîrozbahî li Alîyev kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo carek din hat hilbijartin pîrozbahî li Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev kir.
Di daxuyaniya Ofîsa Ragihandina Serokwezîriya Herêma Kurdistanê de hat ragihandin ku Barzanî ji bo Serokê Azerbaycanê Alîyev nameyek pîrozbahiyê şandiye.
Di peyama Mesrûr Barzanî de hat ragihandin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadebûna xwe ji bo pêşxistina peywendiyên dualî yên di warên cuda de dupat kiriye.
Di hilbijartinên 7ê Sibata 2024an de li Azerbaycanê hilbijartin hatin kirin û Îlham Alîyev cara pêncemîn bû Serokkomarê Azerbaycanê.