Li Stanbolê kî li pêşe
Di hilbijartinên herêmî yên ku di 31ê Adara 2024an de bên kirin de yek ji parêzgehên ku tê pêşbînîkirin ku herî zêde pêşbaz be Stenbol e. Tê payîn ku pêşbirk bi giranî di navbera namzedê CHPê, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê yê niha Ekrem Îmamoglu û namzedê AK Partî yê Murat Kurum de bê kirin.
Rapirsiya herî dawî ya derbarê hilbijartinên Stenbolê de ji dezgehş lêkolînê SONARê hat. Encamên anketa herî dawî ya SONAR ê derbarê hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de hat parvekirin.
Di anketê de ji beşdaran hat pirsîn: “Hûn di hilbijartinên herêmî yên ku di meha Adarê de bên kirin de hûn dixwazin dengê xwe bidin kîjan partiyê?
Di anketa ku hilbijêrên bêbiryar bi rêjeyî hatin belavkirin de , Ekrem Îmamoglû bi % 41,1 pûanan di rêza yekemîn de cih girt.
Namzetê AKP’ê Mûrat Kurum bi % 40,6’an piştî Îmamoglû di rêza duyemîn de cih girt.