Polîtîk

Barzanî pêşwazî li konsolusê Fransa kir

Hewlêr – Serokê Kudistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsulusê Feranseyê yê li Îraqê Bores Biwalon û Konsulusê vê welatî yê li Hewlêrê Dr. Firidrik Tisso kir.

Di hevdîtineke de Konsulusê Feranseyê keyfxweşiya xwe ya li hember pêşkeftinên heyî li Kurdistanê de diyar kir û ragihand ku, di navbera serdana min ya berê û serdana niha de gelek guhertin di her warê de li Kurdistanê de hatine kirin û Kurdistan jî gelek pêşkeftinên baş bi xwe ve dîtiye.

Çavkanî di berdewamiya axaftinên xwe de destnîşan kir ku, di warê peyvendiyên heyî yên di navbera Feranse û Kurdistanê de jî gelek pêşkeftinên baş bi dest ketine.

Nav hatî di beşeke din ya axaftinên xwe de diyar kir ku, devleta Feranseyê jî biryar daye ku navendeke çandinê û çendîn navndên din weke navenda Erdkolojîkî û navendên civakî yên Feransî li hewlêrê de vebike.

Çavkanî her weha eşkere kir ku, Hikûmeta feranseyê biryar daye ku bi mebesta pêşxistina warê ptrokîmiyawî de jî hewkariya Kurdistanê bike lewre biryare ku di demeke nêz de psporên vê warê yên Feransî sedana Kurdistanê bikin.

Di beşeke din ya vê hevdîtinê de Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî jî peyvek pêşkeş kir û spasiyên xwe yên ji ber vexwandina Serok Barzanî bi mebesta serdana Feranseyê ji aliyê Serokê vê welatî ve pêşkeşî Sarkozî kir û diyar kir ku di demeke goncav de vê ev serdana han bicîh bîne.

Di derbarê peyvendiyên heyî yên di navbera Feranse û Kurdistanê de jî Serok Barzanî diyar kir ku, Feranse welateke doste û daxwazên me yên hevbeş hene lewre em bi tevahiya hêza xwe ve hewl didin daku peyvendiyên xwe yên bi Feranseyê re bihêztir bikin.

 

(KTV)

Back to top button