Polîtîk

Destûr tê guhertin

Enqere – Duhî piştî serokwezîrê Tirkiye Erdogan li gel hinek wezîrên xwe civînek dirêj pêkanî, gihatin encamekî hinek guhertinan di destûrê de bikin. Ji berî niha gelek caran pêwistiya guhertina destûrê bi dengek bilind hatiye eşkerekirin. Heta piştî hilbijartinan Ak-Partiyê destûrek sivîl amade kir û gelek civîn û gengeşe li ser destûra nû ya sivîl hatin kirin. Lê di cih de hukumet bê deng bû. Hêdî kesekî behsa guhertina destûrê nekir.

Lê bûyerên rojana çêdibin û gavên car cara hukumet dixwaze bevêje  nagihin tu encamekî. Sistema destûrî ya heyî rê li gelek tiştan digre û astengek mezine  di rêya pêşveçûnê û guhertinê deçêdike.

Niha piştî hinek pêwendiyan wezîrê dadê yê Tirkiye raporek amade kir û ev rapor li gel hinek wezîrên din hate nirxandin. Erdogan bi xwe ragihand ku ewê ji bo guhertina beşek ji destûrê ku bikaribe rê li pêşveçûnê veke , bixebitin. Erdogan got: “ Em dixwazin li gel partiyên muxalefetê li hev bikin û van guhertinan pêkbînin. Lê muxalefet havkariyê neke , dê emê biryarê ji palementoyê derxin û bibin referandumê.“

Herweha Erdogan da kifşkirin ku di vê heftiyê dest kar ji bo guhertina destûrê  bikin  û di dawiya meha adarê dê bikaribin guhertinên destûrî  bêxin di rojeva parlementoyê de.

Erdogan di vê derbarê de got:“ Em paketek ya guhertina destûrî amade dikin. Dê gelek warên cuda de guhertin di vê pakêtê de cig bigire. Veca reformek  bû ye pêwistiyek.“

Îro di civîna encumenî wezîran de jî bi giranî li ser guhertinên destûrê bête sekinan din.

Back to top button