Civak

Du efserên bilind hatin girtin

Stanbul – Pêla duyem ya di doza “Balyozê“ de du efserên bilind ku li serkar bûn hatin girtin. Li Stanbulê dadgeha taybet ya doza  Ergenekonê di çerçova plankirina înkilabek leşkerî de duhî êfada 18 efseran girt û di encamde  serfermandarê Cendirmeyên vilayeta Konyayê albay Hüseyin Özçoban û yarbay Yusuf Kelleli tawanbar hatin dîtin û biryara girtina wan hate dayîn.

Ev her du efser jî bi tohmeta endametiya rêxistinek îlegal a çekdar hatine girtin.

Back to top button