PolîtîkReferandum

Barzani: Ma daxwaza serxwebûnê guneh e ?

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, derbarê guftûgoyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ragihand: “Em dikarin di bin çavdêriya civaka navdewletî de, ji bo serxwebûnê, li ser mijara sînor, av, petrol û gaz û herwiha hemû mijarên din, li gel Bexdayê bigihin rêkeftinê. Em dikarin bibin du cîranên pir baş û hevkariya hev bikin da ku ti pirsgirêkên me nebin. Em dikarin salekê heta du salan jî bisekinin.”Serok Barzanî li ser mijara helwesta welatên cîran jî tekez kir, ku ew gefên ti aliyan qebûl nakin û diyar kir: “Em êdî qebûl nakin kesên din nexşeya me bo me bikişin. Li ser vê yekê eger mirin jî hebe em amade ne.”Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de ji Dengê Amerîka beşa Kurdî re bersiv da daxwazên Berdevkê Koşka Spî ya ji bo paşxistina giştpirsiyê got: “Me di rûyê nûnerên Amerîkayê de gotiye ku ev helwesta wab ji bo me ecêb û xerîb e. Em fêm nakin ka me çi tawanek kiriye. Em daxwaza mafê xwe dikin. Gelê me dixwaze derbarê çarenivîsa xwe de dengê xwe bikar bîne. Bi rastî jî ev helwest ji bo me xerîb e.”“Em dûvikiya Iraqê qebûl nakin”Derbarê alternatîfên ku hatine pêşkeşkirin Serok Barzanî destnîşan kir: “Gelek nêrîn û pêşniyar hatin lê ti yek ji wan jî cihê giştpirsiyê danagre.”Barzanî diyar kir: “Giştpirsî ne dawiya dinyayê ye. Guftûgoyên cidî dê piştî giştprisyê dest pê bikin. Ew dibêjin, nexêr giştpirsiyê nekin û werin guftûgoyê bikin. Lê li ser çi guftûgo bikin? Eger tu giştpirsiyê qebûl nekî ev tê wê wateyê kun baweriya te bi tişteke din nayê. Pirsgirêka me li gel Bexdayê heye, li gel Amerîka û civaka navdewletî nîne. Em dixwazin li gel Bexdayê bigihin li hev kirinekê û Amerîka û civaka navdewletî jî garantoriya vê rêkeftinê bikin. Bexda dibêje, em ne niha û ne jî di paşerojê de giştpirsiyê qebûl nakin. Madem wisa ye, em jî ne niha û ne jî di paşerojê de dûvikiya wan qebûl nakin.”“Ma daxwaza serxwebûnê guneh e?”Di hevpeyvînê de Serok Barzanî helwesta Amerîkayê şirove kir û wiya axivî:“Me gelek hewl da nêrîna Amerîkayê biguherin û me ji wan re got, we ew hinde pesnê pêşmerge û Kurdistanê da. Me we dizanî, ku dê Amerîka padaşta qurbaniyên pêşmerge û Kurdistanê bide. Ma bi daxwaza serxwebûnê em çi guhenan dikin? Werin em biaxivin ka çawa dikarin bigihin vê armancê. Lê dibêjin giştpirsiyê nekin û werin em biaxivin. Başe ji bo vê çi garantiyek heye? Vê neke vê paşbixe, wê bike, ev 14 sal in Amerîka bi vê zimanî li gel me diaxive.”“Helwesta Rûsyayê pir bi şeref e”Derbarê helwesta Rûsyayê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got: “Helwesta Rûsyayê pir pir bi şeref e. Ez nabêjim piştgirî daye me lê pir ciyawaz e û dijîtî nekiriye.”Di berdewama axaftina xwe de Serok Barzanî da xuyakirin: “Em bi rijd in ku giştpirsiyê bikin lê piştî giştpirsiyê jî ji gotûbêjan re vekirî ne. Eger di navbera razîbûna derve û baweriya gelê xwe de em neçarê bijardeyekê bin, emê ya duyemîn hilbijêrin. Amerîka û Ewropayê pêşî wisa hizir dikirin, ku em giştpirsiyê ji bo bibe karteke guvaşê, tînin rojevê. Hinek caran jî digotin, qeyrana wan a navxwe heye û dixwazin vêqeyranê derbas bikin. Piştî ku dîtin cidî ye, we pêşbînî dikirin, ku em di nava xwe de ne yekgirtî ne û emê di nav xwe de têkbiçin. Bila ew xwe newestînin. Nexêr, parlamento kar dike, ew tişta li Silêmanî hate dîtin, li derveyî pêşbîniya hemû aliyan bû. Li Duhok, Soran û li Hewlêrê ya hate dîtin daxwqaza gelê me ye. Partiyek an jî kesek here peyameke din bide vî millet dê bişewite û di bin piyê wan de helahela bibe.”“Em dikarin heta salek û du sal din jî bisekinin”Serokê Herêma Kurdistanê li ser mijara guftûgoya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ev peyv bikar anîn:“Weke min got, acendaya me vekiriye. Em dikarin di bin çavdêriya civaka navdewletî de, ji bo serxwebûnê, li ser mijara sînor, av, petrol û gaz û herwiha hemû mijarên din, li gel Bexdayê bigihin rêkeftinê. Em dikarin bibin du cîranên pir baş û hevkariya hev bikin da ku ti pirsgirêkeke me nebe. Em dikarin salekê heta du salan jî bisekinin.”Li ser pirsa; “Amerîka dibêje dê giştpirsî bandorê li şerê li dijî DAIŞê bike”, Serok Barzanî wiha bersiv da:“Qet ne wisa ye û ev hêcet e. Bi şahidiya hemû cîhanê pêşmerge efsaneya DAIŞê têk bir û pir ji dil şerê DAIŞê kir. Bi vê giştpirsiyê bi germahiyeke mezintir emê şerê DAIŞê bikin. Ji aliyê me ve ti kêlek nakeve navbera pêşmerge û artêşa Iraqê. Şê ew bixwe jî bikin, keyfa xwe ne.”“Mirin jî hebe em amade ne”Mesûd Barzanî diyar kir: “Dema wê hatiye em bêjin êdî bes e em ixsîrê plana Sykes Picot û Sadabat û Lozanê bin. Êdî em ne di salên 1960 û 70 yan de ne. Êdî dema wê hatiye em bêjin divê biryara çarenivîsa xwe bidin. Em êdî qebûl nakin kesên din nexşeya me bo me bikişin. Li ser vê eger mirin jî be em amade ne.”Derbarê pêwendiyên Başûrê Kurdistanê û welatên cîran, bi taybetî jî Tirkiyê, Barzanî got: “Ez hêvî dikim giştpirsî ti bandoreke nerînî li pêwendiyên me yên li gel Tirkiyê nekin lê em gefa ti kesan jî qebûl nakin. Ez gelek dixwazim ev peyama me bi eşkere bigihe berpirsên Tirkiyê, ku zimanê gefê bikar tînin. Çimkî em qebûl nakin ti dewlet û ti kesek gefan li me bixwe. Ma me çi kiriye? Milletek dibêje em dixwazin serbixwe bin. Kerem bikin ji wan bipirsin ka çima vê dixwazin. Çi bû ku hûn vê daxwazê dikin? Di dewsa gefand e bila bên û bipirsin ka me çi divê. Emê giştpirsiyê bikin û bila ew jî bên hewldin me têk bidin!”Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînê de got: “Neteweyek bi navê Kurd heye, ku bêyî razîbûna xwe hatiye parçekirin. Li her parçeyekê taybetmendiyek ava bûye. Li Başûr, ku hindek car jê re dibêjin Kurdistana Iraqê, ew rewş hatiye pêş. Li parçeyênd in em han didin kurd li gorî taybetmendiyên xwe li gel hikûmetan rêbikevin, bi aştî pirsgirêkên xwe çareser bikin. Lê ya me ciyawaz e û pêwendiya wê bi Kurdistana Iraqê ve heye.”Barzanî dixwaze Başûr û Rojava bibin yek?Derbarê pirsa “Gelo Barzanî dixwaze Başûr û Rojavayê Kurdistanê bike yek?” Serok Barzanî diyar kir: “Ti esil û esasê van îdîayan nîne.”Di hevpeyvînê de Barzanî bang li Tevgera Goran û Komela Îslamî jî kir da ku beşdarî pêvajoyê bibin û got: “Ev bûye mesale milletekî û partiyên ku bedşar nebin dê bicîh bimînin.”Li ser helwest û peyamên berpirsên Iraqê jî Mesûd Barzanî da xuyakirin: “berpirsên Iraqê guh didin berdevkê Amerîkayê. Ew tund bin ev jî tund dibin û ew sist bin ev jî sist dibin.”Rûdaw

Back to top button