Gelo YNKê Barzani bi tenê dihêle?

Kurê Celal Talebanî, Bavel Talebanî li ser hesabê xwe yê Facebookê di derbarê referandumê  de peyamek belav kiriye û gotiye  ku li ser alternatîva referandumê li hev kirine. Lê piştî çend deqiqeyan peyam hatiye jêbirin..Ji aliyek din ji ofisa endamê mekteba siyasî ya YNKê Mele Bextiyar daxûyaniyekê de hatiye ku, YNKê daxwaz ji Mesud Barzani serokê Kurdistanê kiriye ku pêşniyara NY û welatên din  berçav bigrin û referandumê paşbêxin.Lê Mesud Barzani ev yek qebûl nekiriye. Herweha Encumena bilind a referandumê ji di vê derbarê de daxûniyek belav kiriye û dibêje:  Hin medya û dezgehên ragihandinê, li ser navê ofîsa Birêz Bavel Talebanî îdiayek belav kirine ku goya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) pakêta Neteweyên Yekbûyî, Amerîka, Fransa û Brîtanyayê pesend kirine û referandum dê neyê pêkanîn.Em ji hemû aliyan re radigihînin ku ti bingeha vê nûçeyê tine û ji rastiyê dûr e û referandum dê di dema xwe ya diyarkirî de were pêkanîn.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: