Polîtîk

Barzanî Kurdsat pîroz kir

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Birêveber û Karmendên kanala asmanî ya Kurdsat

Pîrozbahiya salvegera damezrandina kanala we dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.

Cihê xweşhaliyê ye ku niha bi sedema azadî û wan pêşketinên li warê teknîka gihandinê da pêkhatine welatê me xwedî hejmareke zêdeyê navenda ragihandinê ye û gelê me dikarê rewayetiya doza xwe bi dinyayê binasênê. Ji bo wê yekê navendên ragihandinê li Kurdistanê de erkekî pîroz dikevê ser milê wan û pêwîste hemû pêkve bibin dengê rasteqîneya gelê me û bergiriyî li hişyarî û bîra neteweyî de bikin.

Kanala asmanî ya Kurdsat yek ji wan navendên medyayiyê çalakên Kurdistane û ji bilî gihandina peyama xwe ya siyasî, girîngiyekî zêde jî bi huner û edeb daye û cihê destê wê diyare. Destxweşiyê li we dikim û hêviya serketinê ji bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

31 /12/2013

Back to top button