Polîtîk

Barzanî: Kîmyabaran kirina Helebçe birînekî kûr e

Serok Mesûd Barzanî li salvegera kîmyabaran kirina Helebçe peyamek belav kir.

Li salvegera roja kîmyabaran kirina Helebçeya Şehîd, Serok Mesûd Barzanî li ser rûpela taybetiya xwe ya li twitterê peyamek belav kir ku evê li xwarê jî naveroka wê ye:

“Kîmyabaran kirina Helebçe berdewamiya wan zincîre tawan û karesatan bû ku dijmin ji bo çewsandin û nehiştinê di derbarê gelê Kurdistanê encam da. Bi sedema qurbanîdan û mezlûmiyeta Helebçeya Şehîd, cîhan zêdetir êş û janên gelê Kurdistanê têgihîşt.

Kîmyabaran kirina Helebçe birînekî kûr e, li ser laş û cesteyê gelê Kurdistanê û tu carî nayê ji bîr kirin. Mafê gelê Kurdistanê ye daxwaza qerebûyê ji dewleta Iraqê bike. Pêwîste jî êdî hikûmeta Iraqê vê yekê piştguh nexe û qerebûya kîmya baran û enfalkiriyan bike.

Nemirî û serbilindî ji bo şehîdên Helebçe û hemû şehîdên rêya azadiyê.”

Back to top button