Civak

Muxtarekî Semsurê dijî Coronavirus lepik û maskeyan belav kir

Muxtarekî bajarê Semsurê wekî helwestekî dijî wan bazirganên ku lepik (destkêş) û demamik, berû (maske) yan bi giranî difroşin, ew jî bi belaş û bi xêra xwe û bê beranber li ser xelkê bajar de belav kir.

Abdulkadir Geylani Taş Muxtarê Taxa Turgut Reisa bajarê Semsurê, li dijî belavbûna Coronavirus ê, bi beranber lepik û berû yan li ser xelkê taxa xwe û bajar belav kir. Her wiha Muxtar daye zanîn ku ew bi taybetî ji bo kesên temenê wan li ser 65 salî belav dike. Her wiha dibêje mixabin gelek bazirganên me lepik û berû yan gelek bi giranî difroşin, eve jî wiha li min kir ku ez li dijî wan çalakiyeke bi vî awayî û bi bêberanber li ser xelkê belav bikim.

Hemwelatî jî vê helwesta Muxtar bilind dinirxînin û hêvî dikin ku kesên wekî wî di nava civakê de zêde bibin.

Back to top button