Polîtîk

Barzanî: Ewê li Tirkiye pêkhatiye dîrokeke nû ye

Berî nîvroya îro şemî 05.04.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr Elî Qeredaxî Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Musilmanan û Serokê Rabîteya Îslamî ya Kurd û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de Dr Merîwan Ehmed Reşîd Serokê Zanîngeha Geşepêdana Mirovî ya bajarê Silêmanî û Sermed Mihemmed Qesîm Berpirsê Desteya Bilinda Rabîteya Îslamî li Kurdistanê amade bûn, Dr Elî Qeredaxî li gotarek de ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û balkişand li ser pêvajoya siyasiya Tirkiye û pêvajoya aştî ya li vî welatî û serdana Serok Barzanî ya bajarê Amedê bi girîng û bi bandor wesif kir. Her wiha Dr Elî Qeredaxî di derbarê pêkanîna kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêvajoya siyasiya navçeyê wê yekê xisterû ku yekbûna aliyan gelek pêwîste û parastina Herêma Kurdistanê bi tenê ne erkê Hikûmetê ye belku ji bo parastin û geşepêdana Kurdistanê pêwîste hemû aliyek yarmetiya hevdû bikin.

Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û pêwîst bi pêvajoya aştî ya li Tirkiye balkişand li ser wê yekê ku derfetekî gelek baş ji bo gelê Kurd li Tirkiye dirust bûye û ewê li Tirkiye pêktê dîrokeke nû ye. Di derbarê paşketina pêkanîna kabîneya heştem Serok Barzanî behsa wê yekê kir ku ev paşketin cihê gileyiye lê belê madem hemû aliyek beşdar dibê û em hemû pêkve dibîn eve encamekî gelek baş lê dikevê.

Derencamên Kongreya Geşepêdana li bajarê Silêmanî û her wiha behskirina giriftên jêrxanî aboriya Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Back to top button