Polîtîk
Piştî Tevgerê, Kurdsiad jî hate damezrandin
Piştî vekirina Komeleya Tevgerên Ciwanên Kurdistanê niha jî dûyemîn Komeleya bi navê Kurdistanê tê vekirin ku ew jî Komeleya Karsaz û Pîşesazên Kurdistanê (KURDSIAD) e.
Kurdsiad li bajarê Diyarbekirê ji aliyê çendîn karsaz û pîşesazên wekî Abdulbaki Karadeniz, Alaaddin Tan, İmam Taşçıer, Gunay Uyar, Mehmet Akyıl, Merthan Anık, Rojda Çelebi Kahraman, Burhan Turgut û Huseyin Bardakçı hate damezrandin.
Armanca Kurdsiad ewe ku ew komeleyên ku li bajarên Bakûrê Kurdistanê li warê aboriyê de kar dikin li bin yek sêwanê de kom bike û li Bakûrê Kurdistanê bibe rêxistineke bi hêzê civaka medenî.