Patrîkên Kildaniyên Cîhanê serdana Serokê Kurdistanê kir

Îro şemî 05.04.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Marloyîs Sako Rofaylî yekem, Patrikê Babilî û Kildaniyên Iraq û Cîhanê û şanda li gel kir ku ji Serokê Esaqîfe û zilamên olî yên Mesîhiyên Iraq û Kurdistanê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Patrikê Babilî û Kildaniyên Cîhanê ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û xweşhaliya xwe jî bi wê pêşketina li Herêma Kurdistanê da pêkhatine derbirî û her wiha spasiya Herêma Kurdistanê kir ji bo hewandina wan malbatên mesîhiyên ku bi sedema pêvajoya xeraba emnî hatine Herêma Kurdistanê. Patrîkê Babilî û Kildaniyên Cîhanê hêviya wê yekê jî xwest ku ezmûna mînakiya Herêma Kurdistanê ya li pêkvejiyan û lêborîniyê veguheze li ser navçeyên dinê Iraqê û balkişand li ser wê yekê ku pêwîste diruşmên şaristaniyane û dûrî li helçûn û eqliyeta cûdakariya li navbera ol û pêkhatan bê encamdan. Patrikê Babilî û Kildaniyên Cîhanê balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê li ruyê jiyana hevbeşiya pêkhatan rêyekî dirêj derbas kiriye û ji bo parastina taybetmendiya olan pêwîste hemû aliyek kar li ser dirustkirina keşûhewayekî dilniyaker ve bidin.

Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û di derbarê pêkvejiyana olên li Kurdistanê eve jî xisterû ku çanda lêborînî û pêkvejiyanê li Kurdistanê rayekî xwe yê kûr û dîrokî heye û got: “Lêborînî û hevdû qebûlkirin bingeha serekiya jiyana serbilindaneya her civakeke”. Serok Barzanî şanda mîhvan li wê yekê dilniya kir ku Herêma Kurdistanê rê nade tundrewî û înkarkirin û cûdakariya li dijî olan cîheke xwe hebê.

Axaftina li ser pêvajo û giriftên Mesîhiyên Iraqê û karkirina li ser nehiştina koçkirina wan ya derveyê Iraqê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: