Polîtîk

Barzanî em fêr kirin ne dijî neteweyan, dijî sîstema dagîrkeran şer bikîn

Berî nîvroya îro sêşem 24.12.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Vok Jêremîk Wezîrê berê yê karubarê derveyê welatê Sirbîstanê û Serokê berê yê Komeleya Giştî ya rêxistina Neteweyên Yekgirtî kir.

Li hevdîtinê de Wezîrê berê yê karubarê derveyê Sirbîstanê ji bo rexsandina vê hevdîtinê û serdana xwe ya Kurdistanê spas û xweşhaliya xwe bi Serok Barzanî ragihand û hevsozî û piştgiriya xwe jî li beranber êş û jan û xebat û têkoşîna gelê Kurd ya ji bo wergirtina maf û doza xwe ya rewa nîşanda. Serokê berê yê Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî hêviya ewe jî xwest ku gelê Kurd bi mafên xwe şad bibê û li sayeya aştî û pêşketinê da bijî.

Li beranberda Serok Barzanî bi xêrhatina wan kir û li ser doza rewaya gelê Kurd spasiya hevsozî û helwesta Wezîrê berê yê karubarê derveyê Sirbîstanê kir. Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî bi kurtî behsa dîroka êş û jan û xebata gelê Kurd û dilreqiya neyarên Kurdistanê ji bo Serokê berê yê Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî kir û li beşeke dinê axaftina xwe de got: “Gelê Kurd bi zorî û bi bê daxwaza xwe hatiye dabeşkirin û paşê jî demeke dirêj gelek dijayetiya wê hatiye kirin û înkar li hebûna wî hatiye kirin. Eger gelê Kurd destê xwe ji bo şer biribê ew, şerê li ser da hatiye sepandin û ferzkirin û şerkirina wî bi navê parastina nasnameya neteweyiya xwe bûye”. Her wiha di derbarê xebat û paşaroja gelê Kurd ya li navçeyê de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku gelê Kurd li xebat û hewldana ji bo mîsogerkirina mafên xwe de berdewam dibê û ji bo vê mebestê jî pişta xwe bi diyalog û peyama aştîxwazane dibestê. Serok Barzanî li beşekî dinê axaftina xwe de balkişand li ser dîroka pêkvejiyana gelê Kurd li gel gelên dinê navçeyê kir û her wiha di derbarê qonaxa pêkvejiyana li şoreşa eylûlê da got: “Barzaniyê Nemir me fêr kir ku şer û kêşeya me ne li gel neteweyan da bê belku şerê me li gel Hikûmet û sîstema siyasiya dîktator û dagîrkaran da bê”.

Pêvajoya siyasiya navçeyê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda mijareke dinê hevdîtina di navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê berê yê karubarê derveyê Sirbîstanê bû.

Back to top button