Hevpeyvîn

Barzanî: Divê aliyên siyasî li gor destûrê tevbigerin

Serok Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê: Divê bi zûtirîn dem kêşeyên bûdce û mûçeyên Herêma Kurdistanê bên çareserkirin

Îro danê sibê roja şemiyê 13.01.2024ê  li Bexdayê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê beşdarî merasima 21saliya şehîdkirina ayetulah Mihemed Baqir El Hekîm bû. Di vê merasimê da, birêzan Serokomar, Serokwezîr, Serokê Encumena Bilind a Dadwerî ya Iraqê û hejmareke berçav ji berpirsên siyasî, dîplomatkar û  mêvan amade bûn.

Serok Nêçîrvan Barzanî di merasimê da gotarek pêşkêş kir û têde behsa rabirdûyê  serdema  xebata aliyên siyasî yên Iraqê li dijî dîktatoriyê û rewşa niha ya welat kir û daxwaz ji berpirs û rayedarên federalî yên Iraqê kir ku, bilez kêşeyên bûdceya Herêma Kurdistanê û miaşgirên wê çareser bikin.

Ev naveroka gotarê ye:

Bi navê Xwedayê bexşinde û dilovan

Amadebûyêb hêja

Roj baş

Îro em bi hev ra di bîranîneke giring da beşdar in ku, ew jî roja şehîdên Iraqê û bîranîna 21emîn salvegera şehîdkirina ayetulah Mihemed Baqir Hekîm (Qedese Sireho) ye. Gelê Iraqê ji bona xwe ji bindestiyê rizgar bike û terorê ji holê rabike gelek şehîd dane. Baştirîn wefadarî ji ba bîranîn û ruhê şehîdan, geşepêdana avadaniyê, xweştirkirina jiyana xelkê Iraqê û dabînkirina paşerojeke geş ji bo nifşên niha û paşerojê ye.

şehîdê Mihrab, şehîde destê terorê, Ayetullah Mihemed Baqir Hekîm, li dûrî welat raber û handerê sereke yê  yekbûna xebat û karê bi hev ra yê aliyên opozîsyona Iraqê bû. Yekêtiya hîngê Ji bo rizgarkirina gel ji bindestî û dîktatoriyê bû.

Niha ku, em li Iraqa azadkirî  ji dîktatoriyê, bîranîna şehîd Ayetullah Mihemed Baqir Hekîm dikin, divê em bi du awayan û bi kiryar wefadariya xwe bi şehîdê Mîhrab û hemû şehîdan re nîşan bidin. Ew jî bi jinavbirina her cure zulm û neheqiyê û dûrketina hemû aliyên siyasî ji veguhastina rikeberî û nakokiyên xwe yên siyasî bo nav civak, netew û pêkhateyên din yên Iraqê.

Hevkarî û yekrêziya di navbera şehîdê Mihrab û bavê min rehmetî Îdrîs Barzanî û her wiha digel Serok Mesûd Barzanî, Serokê nemir Mam Celal û partî û serkirdeyên din yên opozîsyona Iraqê,  viyana di navbera gelê mezlûm yê Iraqê da bihêztir kir.

Divê em, nifşê piştî wan, wê viyanê bihêztir bikin, ne ku wê hilweşînin. Xurtkirina wekhevî û hezkirina di navbera netew û pêkhateyên Iraqê da, rêya rêber û serokên  me ye. Berovajiyê wê, ne rêya wan e û li dijî rêbaza wan e.

Tişta ku pêşengên têkoşîna me û tevgera me ya siyasî dikirin, ji bingeh û kûratiyek mezin dihat. Zana û rêberên me yên olî bi zanyariyên xwe xwedî nerîneke berfireh û însanî bûn, lewma jî Merceê Mezin li Necefê digel Barzan û bi giştî digel zanayên  Kurdistanê peywendiyên baş hebûn.

Rêberê  Şoreşa Kurdistanê nemir Mele Mistefa Barzanî digel Metceê Bilind li Iraqê têkeliyeke berdewam hebû. Fetwayên Ayetullah Uzma Mohsin Hekîm digel Ayetullah Uzma Muhammed Baqir Sedir di salên 1965 û 1974an da di bin desthilatdariya dîktatoriyê da, bêyî ku guh bidin metirsiyên li ser jiyana xwe, fetwayên gelek heqperistî bûn. Her du Merceyên mezin fetwaya heramkirina şerê dijî kurd û Pêşmerge yên Kurdistanê da. Gelê Kurdistanê tu carî fetwa û helwestên wan yên dîrokî ji bîr nake.

Ev salveger girîng in da ku em hemû, nuha û bi kiriyar, karibin rabirdûya xwe ya xweş biparêzin. Rabirdûya ku bi perspektîfeke berfireh û bi têkilî û hezkirinê hatiye afirandin, Nabe bi belavkirina kîn, nakokî û dubendiyê  nuha û paşeroja xwe têkbidin, lê divê em îro bi hezkirin û pêşxistina hevpariyên xwe xurtir bikin.

Amadebûyên hêja.

Ji bilî wê rabirdûyê, îro çavkaniyeke me ya yasayî ya girîng heye ji bo pêşxistin û bihêzkirina pêkvejiyana hevbeşa pêkhateyên Iraqê. Ji sala 2005ê were me destûreke heye Ruhê destûrê  avakirina demokrasî, dadmendî, dabeşkirina  desthelat û sîstema federal e. Cîbicîkirina Destûra Bingehîn bi durustî dê rabirdûya xweş ya civaka me biparêze û îro û paşeroja me baştir bike.

Lewma niha ku, gelek serkirde û berpirsên mezin yên Iraqê li vir rûniştine, ez daxwaz dikim ku em hemû bi hev ra rêzê li destûrê bigirin pê pabend bin. Destûr wekheviya hemû pêkhateyan, herêm û parêzgehên Iraqê û aramiya welat diparêze.

Birêzan.

 Nuha ji ber nebûna bûdce û mûçe li Herêma Kurdistanê, karmend û xelk di rewşeke gelekî xirab de dijîn. Vê yekê bandoreke gelek neyînî li ser hemû sektorên Herêma Kurdistanê kiriye. Pêwîste ev pirsgirêka mezin di zûtirîn dem da were çareserkirin. Ev jî berpirsiya me hemûyan e, ji ber ku Herêma Kurdistanê û karmendên wê beşek in ji Iraqê.

Ez bang li hemû berpirsên siyasî, fraksiyonan û endamên parlamentoya Iraqê dikim ku piştgiriya çareseriya bûdce û mûçeyên karmendên hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.

Birêzan.

Hikûmeta Iraqa Federal bi serokatiya birayê me birêz Mihemed Şîya Sûdanî  bi başî  kar dike û vê yekê jî pêgeha Iraqê bihêztir kiriye. Ev awayê karkirinê dikare pêgeha Iraqê xurtir jî bike. Lê binpêkirina desthilata Fermandarê Giştî yê Hêzên çekdar yên Iraqê bi êrişa ser şandên dîplomatîk, Hêzên Hevpeyman û Pêşmerge, karê hikûmetê têk dibe û gelek aloziyên berfireh li Iraqê çêdike.

Van êrîşan zerereke mezin gihandine asayîş û jiyana xelkê Herêma Kurdistanê, bûye sedem ku nîgeranî li tevahiya bazara Iraqê belav bibe û derfet daye terorîstên DAIŞê ku êrişên xwe zêdetir bikin.

Hêzên Hevpeyman li ser daxwaza Iraqê ji bo şerê dijî  DAIŞê hatine. Divê ji Hikûmeta Federal û ji birêz Serokwezîr Sûdanî ra derfet bê dayîn ku bi wan ra li ser planeke hevbeş û di jîngeheke aştiyane û bê pirsgirêk danûstandinan pê ra bikin da ku li ser paşeroja hevkariya di navbera Hêzên Hevpeyman û Iraqê da li hev bikin.

Îraq dewleteke xwedî sazî û dezgehên niştimanî ye, divê ev sazî karê xwe bikin, eger wisa nebe, gelê Iraqê dê bikeve nav pirsgirêk û aloziyên nû, lê niha ji her tiştî zêdetir pêwîstiya Iraqê heye ku aramiya xwe têk nede.

Di dawiyê da, ez spasiya birayê xwe yê hêja Seyîd Emmar Hekîm dikim ku ev merasime organîze kir. Silav li giyanê pakê şehîdê Mihrab Ayetullah Muhemed Baqir Hekîm û canê xwedêjêrazî Seyîd Ebdulezîz Hekîm û hemû şehîdên Iraqê.

Ji we hemûyan ra serkeftinê dixwazim

Gelek spas

Back to top button