Kê toqa naletê xistiye stuyê Kurdan?

Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen di derheqê Kurdan de gotibû: “ Ji ber ku Kurd hertim ji celladên xwe re dibêjin em brayên hev ên olî ne, xweda wan ceza dike“.
Nûrî Çelîk
Birastî gelek caran meriv nizane çi bêje, ne bigrî ne bikene. Em Kurd ketine rewşek wilo ku ne tê gotin, ne tê nivîsandin û ne jî tê daqurtandin. Tu nenivîsî nabe, tu binivîsî dil û kezeba meriv dişewite, dilê meriv bi meriv û halê meriv dişewite.
Kurd çima ketin vî halî, çima ketin vê rewşê, çima ev pelûla germ bi serê wan de rijiyaye min fêhm nekiriye. Di nava 40-45 salên dawîyê de çawa hatin guhertin, çawa ji xwe, ji ber çi ji hest û hişmendîya Kurdayetîyê dûr ketin dikim nakim fêhm nakim. Em bêjin hinekan li ser wan xwendiye, ez yeqîn nakim. Em bêjin nivişt, bazbend û devgirêdan ji wan re çêkirine, ez yeqîn (bahwer) nakim. Em bêjin nifir li wan hatine kirin, nalet li wan hatiye barandin û bûne milletekî naletlêhatî, dîsa yeqîn nakim. Yan jî naxwazim yeqîn bikim. Milletekî ku ewqasî ji hestên xwe, ji hişmendîya xwe, ji qewm û nirxên netewa xwe dûr bikeve û wek mirovên kerr, lal û kor lê bê li dinyayê nehatiye dîtin. Ez bêjim bi malzar û DNA ya Kurdan hatiye lîztin, jê re laboratuarek pir mezin pêwist e, zehmet e. Ez bêjim Melkemot (Azraîl), Cebraîl, Mikaîl û Îsrafîl hatine xewna wan, ew bi mirin û kujtinê tehdît kirine û gef li wan xwarine, dîsa yeqîn nakim, naxwazim yeqîn bikim.
Çi di destê me de dimîne?
Heger hebe, hêz û xwedayê erd û ezmanan dimîne.
Yan na, heger ne hêz û qewetek xwedayî be, kes nikare milletekî wek milletê Kurd qedîm ji çap de bixe û mejîyê wî dagîr bike. Mejî mak û navenda bedena insên e. Insan trimbêlek e û mejî jî motor e. Heger motor xira bibe trimbêl an jî beden tenê wek pût û peykerekî bê ruh li holê dimîne.
Her çiqasî ne bawermendekî oldar bim jî, gotinên Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen di serê meriv de pirsên girîng dihêle û belkî jî gotinên wê heta niha tehlîl û şiroveya herî maqûl û bi wate ye .
Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen di derheqê Kurdan de gotibû: “ Ji ber ku Kurd hertim ji celladên xwe re dibêjin em brayên hev ên olî ne, xweda wan ceza dike“.
Û heger em bratîya xelkên dinyayê li gotinên Mette Frederiksen zêde bikin, cezayê Kurdan dubare û sêbare girantir dibe. Yanî, toqa naletê di stuyê wan de zêdetir dişide û mejîyê wan zêdetir dagîr dibe.
Rewşa Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê û belkî rewşa Kurdên seranserê dinyayê ev e. Ji ber ku Kurd ji celladên xwe re dibêjin em brayên hev in, xweda wan ceza dike û nahêle Kurd bibin Kurd.
Li Bakurê Kurdistanê bratîya xelk û ummetê mejîyê Kurdan dagîr kiriye, demografîya Kurdistanê guhertiye, Kurd ji mêranî xistiye û li hember her zilm û zor, li hember her neheqî û heqaretê bêdeng û bê helwest kiriye. Li Amedê, li hemû bajarên Kurdistanê li me didin, heqaretê li nasname û zimanê me dikin, cilika bêxîretîyê kişandine serê xwe û kes li zora xwe nayne.
Li Başûrê Kurdistanê heman tişt e. Bratîya xelk û ummetê, pêkvejiyanê mejîyê Kurdan dagîr kiriye. Li Kurdan dixin, wan dikujin, malên wan ji wan distînin, zevîyên wan dişewitînin, demografîya Kerkûk û bajarên din diguherînin, deng ji kesî dernakeve. Mûçe û meaşên wan qut dikin, carekê dişînin deh caran naşînin, dîsa jî pozê kesî naşewite. Temenê xwe bi çûn û hatina Bexdayê derbas dikin, weke ku gundîyek destê xwe li ber axayê gund veke bi lavlav û gotegotê doza mûçe û meaşên karmendên xwe dikin. Petrol û gaz a Kurdan e, Ereb bi petrol û gaza Kurdistanê dijîn, lê Kurd parsê ji Ereban dikin. Ev sosretek bi serê xwe ye, li tu deverek dinyayê nayê dîtin. Qet nayê bîra wan ku petrol û gaza xwe ji ser Ereban qut bikin û wan muhtacî xwe bikin. Lê çi hikmet be hertim xwe muhtacî Ereban dikin.
Li Rojavayê Kurdistanê heman tirşik û pelûl e. Bi navê bratîya xelk û ummetê demografîya gund û bajarên Kurdan hatin guhertin, ekolojî û xwerista Rojava hat şewitandin. Kurd di welatê xwe de ji milletbûnê daketin kêmnetewbûnê û nifûsa wan heta bi sedî 20-30 daket binî. Ev jî yek ji berhemên bratîya xelk û ummetê ye.
Û bi dehan tiştên din karin bên nivîsandin..
Gava meriv van kiryaran dibîne, meriv Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen mafdar dibîne û dibêje:
“ Ji ber ku Kurd hertim ji celladên xwe re dibêjin em brayên hev in, xweda wan ceza dike“.
Belkî jî sedema Toqa Naletê ev e ma kî zane……