Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Al-Sudanî pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin

Li Bexdayê Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Îraqa Federal Mihemed Şîa El Sûdanî kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, pêşhatên dawî yên navçeyê û peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin. Her du alî tekez li ser parastina aştî, aramî û serweriya welat û dûrxistina Iraqê ji pirsgirêk û nakokiyên navçeyî kirin.
Di civînê de her wiha behsa pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal ji bo çareserkirina pirsa bûdce, mûçe, hinartina petrolê û çend pirsên din ên îdarî, darayî û aborî hatin kirin.
Her du alî hevdeng bûn ku ev pirsgirêk li gorî destûrê bên çareserkirin û welatiyên Herêma Kurdistanê zirarê nebînin. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê jî ku pêwîste çareseriyeke dawî ji bo mûçeyê karmendan li Herêma Kurdistanê hebe û bi pirsgirêkên din re neyê tevlihevkirin.
Herwiha di civînê de çend mijarên din ên berjewendiya hevbeş hatin gotûbêjkirin.