Konsolosê Tirkiyê bi Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê re civiya

Serkonsolosê Tirkiye yê li Hewlêr Mewlûd Yakut serdana Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistana Fewzî Herîrî kir.
Serkonsolosxaneya Hewlêrê li ser hesabê xwe yê medya civakî X di derbarê serdanê de daxuyaniyek da û got: “Me bi Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî re, di derbarê rewşa siyasî ya niha ya Herêma Kurdistanê û pirsgirêkan de civînek berhemdar pêk anî. Em ji bo mêvanperweriya wî spas dikin”.
Di daxuyaniya Ofîsa Ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê hevdîtinê de hat ragihandin, ku pêwendiyên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê û bi taybetî têkiliyên di warê bazirganî û aborî de û pêşhatên dawî yên Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de her du aliyan li ser mijarên têkildarî têkiliyên dualî nêrînên xwe anîne zimên.