Barzanî 20 saliya serhildanê li kurdistaniyan pîroz kir
Li salvegera bi rûmeta raperîna adara sala 1991ê ku, di karwana xebata gelê me da, rojekî bi rûmeta dîrokî bû, pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê dikim bi tevaya pêkhatên wê ve û pîrozbahiya taybetiya xwe pêşkêşî malbatên serbilindên şehîdên raperîn û malbatên hemû şehîdên tevgera rizgarîxwaza gelê me dikim. Ez hêvîdar im ev salvegera pîroz ji bo pêşxistina ezmûna demokrasî, parastina destkeftên me ku berhema xebata salên dûr û dirêjên dijî sitem û zordarî, berhema karesatên mezin û berhema xwîn û hêstirê çavên gelê me bûye, hêvênê berdewamiya xebatê be.
Ez hêvîdar im ku salvegera raperînê bibe hokarê komkirina me li ser yek armanc û ji bo pêkanîna yek armancê be. Ew bibe hêvênê tebayî û zêdetir yekrêziya gelê me ku hemû wan pîlanên nehezan yên ji bo dijatkirina azadî, ezmûn û destkeftên me danan e, bin gor bike. Ez hêvîdar im em hemû vê salvegera bi rûmet bikîn palderekî bihêzê ji bo bergirîkirina wan mafên bi dest me ketine û parastina wan mafên rewayên di destûra bingehîna Iraqê da me bi cîh kirine ku gêşta bicih nehatine. Berî hemûyan jî vegerandina navçeyê veqetandî bo ser herêma Kurdistanê li gor maddeya (140) a destûra Îraqê.
Dûbare pîrozbahiya salvegera pîroza raperînê li we dikim ku têda îradeya gelê Kurdistanê bi ser ket û qonaxeke nû ya siyasî jî li Kurdistan û Iraqê li dûv xwe anî.
Her şad û serfiraz û serkeftî bin
Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistanê
05.03.2011