6'ê Adar

6’ê Adar

Di sala 1975’an û di rojekî wekê îroyê de Peymana Cezayirê ji bo têkbirina tevgera Rizgariya Netewa Kurdistan di navbera dewletên Îran û Iraqê de hatiye îmze kirin.

Peymana Cezayîrê

Peyman bi piştgirî û alîkariya Serok Dewletê Cezayirê Houari Bumedyanê hatiye îmze kirin.

Peymana Cezayîrê di sala 1975’an de û di navbera  Şahê Îranê Muhamed Riza Pehlewî û Alîkarê Serok Dewletê Iraqê Sedam Huseyînê de hatiye îmze kirin. Şahê Îranê Muhamed Riza Pehlewî  û Alîkarê Serok Dewletê Îraqê Sedam Hisên, bi teşwîq û arîkariya Tirkiyê û Emrîka, li dewleta Cezayirê, li dijî kurdan, peymanek îmze kirin.

Li gorî vê Peymana Cezayîrê, Îranê dest ji piştgiriya kurdên başûr kişand, Dewleta Îraqê jî dev ji alîkariya kurdên rojhilat berda. Bi vê peymanê, Hikumeta Îraqê, li herêma Şetul Ereb, hinek erd bi ser Îranê ve berda.

Peymana Cezayîrê piştî Şoreşa Îslamî ya Îranê hatiye xira kirin û dû re têkîliyên Îran û Îraqê xira bû û di Rezbera sala 1980’de her du welêt ji nû ve dest bi şer kirin û ew şer 8 salan berdewam kir.

Nerîna min :