Xwepêşander siyasiyan di nav xwe de naxwazin
Endamekî encûmena berdem (muweqqet) a Sera ya Silêmanîyê, daxwaz ji opozisiyonê û alîyên siyasî kir, ku ew ji nav xelkên ku xwepêşandana dikin derkevin û berjewendîyên xwe tev li berjewendîyên gel nekin.
Berpirsê grûpa dengên meydana Sera ya azadîyê Behroz Cefer di vê derbarê de ji PNA re da xuyakirin, ku têbînîyên wan li ser van alîyan siyasî û opozîsyonê hene.
Behroz Cefer got: Daxwaza xelkê tiştek e û daxwaza opozisiyonê tiştekî din e. Ji ber vê yekê em daxwazê ji opozisiyonê û alîyên siyasî dikin, ku ew xwe ji nav xelkê xwepêşandana dikin derkevin.
Di vê bêjedana xwe de Behroz Cefer da nîşandan, ku opozisiyon û alîyên siyasî berjewendî û karên xwe yên kesane (şexsî) diparêzin û ev ji wan nahê qebûlkirin. Gerek ew berjewendîyên gel biparêzin.
Behroz Cefer got, ku ew dê di van rojên pêş de ragihanekê belav bikin û pêşkêşî alîyên siyasî û dezgehên ragihandinê bikin.
Grûpa dengê meydana Sera ya azadîyê ji şeş grûpan pêkhatî ye û ew jî ev in:
• Grûpa Şeqamî(Taxa) Pemeyî
• Grûpa Denge Tûrrekan
• Grûpa Hawarî Xelk
• Grûpa Dengekanî Şeqam(Taxê)
• Grûpa Hestkirdin Be Berjewendîyî Xelk
• Grûpa Projeyî Kar
Nûçe: Nebez Muhemmed /Silêmanîyê