Civak

Malbatan ji bo gorên komî şeş daxwaz kirin

 Daxwaz wisa ne:

1 – Divê Komîsyona Edalet û Lêkolînan a Haqîqetan bê avakirin.

2 – Divê bankaya DNA’yê bê avakirin.

3 – Divê cihên tê îdiakirin ku gorên komî lêhene heta tên vekirin bên parastin û texrîp kirina wir bê astengkirin.

4 – Divê vekirina gorên komî bi teknîkên arkeolojîk bê kirin û ji bo delîl bên komkirin û nirxandin pisporên tipa adlî bên peywirdarkirin.

5 – Divê vekirina gorên komî li gorî Protokola Otopsiyê ya Mînnesota ya ji aliyê NY’ê ve hatiye qebûl kirin pêk bê.

6 – Cenazeyên di gorên komî de tên derxistin tenê di aliyê nasnameyan de ne divê ji aliyê binpêkirina mafên mirovan ve bên nirxandin. AMED

Back to top button