Civak

Baroya Diyarbekir serokê xwe hilbijart

Baroya Diyarbekirê serokê xwe yê nû hilbijart.Piştê terorkirina serokê Baroya Diyarbekir Tahir Elçî , serokê nû yê Baroyê hate hilbijartin. Cîgirê Tahir Elçî wek serokê nû yê Baroyê hate hilbijartin.Ahmet Ozmen bû serokê Baroya Diyarbekirê. Baroyê 45mîn kongreya xwe ya asayî pêk anî.Kongre  li Navenda Kulturî ya Cegerxwîn hat sazkirin û bo dema 2 rojan dom kir.Di kongreyê de parlementerê CHPê Sezgin Tanrikulu,parlementerên HDPê Meral daniş Beştaş û osman Baydemir jî amade bûn û dengê xwe dan. Di kongreyê de du namzet hebûn. 

  1. Ahmet Ozmen
  2. Mesut Beştaş(Hevjînê Meral Danis Beştaş a parlementera HDPê)

Li gori agahdariya 1013 parêzera di kongreyê de deng dane û di encam de Omer Ozmen  hatiye hilbijartin.Ahmet Ozmen , 416 deng û Mesut Beştaş jî 385 deng girtin. 

Back to top button