CivakDosyaNivîsar

Me qedera xwe bi qedera netewa xwe ve girêdaye

Tevgera Ciwanên Kurdistanê doh li Diyarbekir civînek berfireh kirin û encam û biryarên civînê ji bo Raya Giştî ya Kurdistanê ragihandin.Li gora vê daxûyaniyê ji bo Tevgerê prosesk nû ya siyasî destpê dike. ENCAMNAMEYA CIVÎNA BERFIREH A TEVGERÊDi 08.10.2016an de li avahiya Tevgerê ya Amedê bi beşdarbûna nûnerên Tevgerê yên ji her bajarekî birêxistinbûyî me Civîna Berfireh a Tevgerê li dar xist.Civîn, bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir.Di civînê de nirxandina bername û xebatên Tevgerê û nirxandina rewşa sîyasî ya Kurdistanê hate kirin.Nirxandina Xebatên TevgerêTevger wek rêxistineke ciwanan, bi armanca ku hizra netewî li bakûrê Kurdistanê ji nû ve vejîne derket holê. Heta îro gelek xebatan kir ku hin ji wan xebatan ne karê rêxistineke ciwanan bû. Lê ji ber şert û merc me mecbûr kirin û ji ber tunebûna rêxistineke ku wan xebatan bike, me xebatên bi vî rengî kirin.Di heman demî de şert û mercên dema ku Tevger ava bû û yên îro ji hev gelek cuda ne. Pêvajoya bêdengiya çekan qediya û ji nû ve şer dest pê kir. Bi kolandina xendekan bajarên Kurdan xera bûn û aboriya bakurê Kurdistanê bi giştî xera bû. Her roj li bajareke Kurdan bombeyek diteqe. Şerê AK Partî û FETÖ tesîra xwe li ser rêyên têkoşîna legal dike.Heta niha di nav kar û xebatên me de yên herî li ber çav;Me zimanê têkoşîna xwe nekir zimanê dagirkeran û tim bi Kurdî xebat kir,Me bingeha bilindkirina Ala Rengîn li bakûrê Kurdistanê amade kir,Me pêşiya bi awayeke fermî damezrandina partî û rêxistinên bi navê Kurdistanê vekir,A herî girîng jî me tu carî ji mafê dewletbûnê tawîzê neda û rasterast (ji bo rêxistineke Kurdan a ferz jî ev e) parastina derwletbûna Kurdistanê kir. Bi wî awayî me qismek be jî zincîra tirsê şikand û bûn sedem ku li bakûrê Kurdistanê dengê dewletxwazan bilind bibe.Heta niha me bi vê pergalê û bi vê bernameyê xebatên xwe kirin. Lê ji ber sedemên ku me li jor qal kiriye em gihaştin wê encamê ku ji bo asta têkoşînê bilindtir bikin li ser pergala birêxistinbûnê û bernameya xwe nîqaşeke bidin destpêkirin. Ev nîqaş wê heta kongira Tevgerê bidome û di kongirê de emê pergala xwe ya birêxistinbûnê û bernameya xwe li gor merc û demê ji nû ve dîzayn bikin.Nirxandina Rewşa Sîyasî ya KurdistanêJi wextê ku dewlet ava bûne vir de di nava dewletan de pergalek heye. Car caran diguhere, car caran xwe nû dike lê her berdewam e. Ev pergal li gor têkiliyên aborî, sîyasî û dîplomatîk a di nava dewletan de tê danîn. Li gel van têkiliyan û ya ji van têkiliyan girîngtir, ev pergal li gor berjewendiyên dewletan tê danîn. Helbet miletên bêdewlet jî li gor vê pergalê, yanî li gor berjewendiyên dewletan tên birêvibirin û ji ber ku bêdewletin tu mafê wan û tesîra wan tune ye di vê pergalê de. Loma ji bo hebûna miletan mijara herî girîng dewletbûn û berjewendiyên netewî/dewletê ne. Karê şoreşgerên miletên bindest jî bidestxistina mafên netewî, yanî avakirina dewletê ye. Di pergala îro de ku pergala netewdewletan e, divê miletê Kurd jî netewdewleta xwe ava bike. Em bênîqaş, ji bo vê hişmendiyê di nava miletê Kurd de bikin hişmendiya serdest li hember hişmendiya entegrasyonê şerê fikrî dikin. Pêwîst e rêxistinên Kurdan dev ji berjewendiyên şexsî/rêxistinî berdin û di vî şerî de helwesta xwe û aliyê xwe bi awayeke zelal dîyar bikin.Dema pergala heyî li gor demê û li gor berjewendiyên dewletan grîngiya xwe wenda dike û dixetime, dewletên cihanê hewl didin ku li gor berjewendiyên xwe pergalê biguherin. Ev guherîn ji bo miletên bindest dibe derfetek ku di şerê avakirina pergala nû de dewleta xwe ava bikin.Îro li cihanê û bi taybetî li Rojhilata Navîn guherînên berbiçav çêdibin. Denge diguherin û pergala heyî xwe nû dike. Şerê ku diqewime di bingeha xwe de şerê bidestxistina bazarên nû ye yanî şerê aborî ye. Ev şer şerê parvekirinê ya sêyemîn e. Dewletên cihanê pergalê ji nû ve dîzayn dikin. Ev jî ji bo me Kurdan derfeta avakirina dewletê ye. Ger em vê derfetê nikaribin bi kar bînin, wê pergal dîsa wek ku di dema Lozanê de bû li ser bêdewletbûna me ava bibe û di encamê de jî wê dîsa jenosîd û nefîkirin bikeve para me. Loma heta dewletbûnê rojeva me wê dewletbûna Kurdistanê be.Dewletbûn, nîşana netewbûnê ye. Hebûna dewletê, miletan dike netew. Netewbûn jî guherîna yekîtiya çandî ber bi yekîtiya sîyasî ye. Yanî bi yekîtiya sîyasî tescîlkirin û garantîkirina yekîtiya ziman, çand, dîrok û axê ye. Loma em nikarin dewletbûn û netewbûnê ji hevudû cuda bifikirin. Entegrasyonparêzên ku li dijî dewletbûnê derdikevin û parastina demokratîkkirina dagirkeran dikin wek PKK, GORAN û Komela Îslamî ya Kurdistanê, ji ber vê yekê û bi zanetî ji bo Kurdan nabêjin netew lê dibêjin gel. Ji ber ku gel ne argumaneke sîyasî ye û armanca dewletbûnê tuneye. Lê netew rasterast bi dewletbûnê ve têkildar e.Tiştê ku miletên bêdewlet dike netew, têkoşîna bi armanca dewletbûnê ye. Îro rêxistinên entegrasyonparêz dema dijîtiya dewletê dikin vê rastiyê dizanin. Ji bo vê yekê li gor armanca xwe ya entegrekirina bi dagirkeran yanî helandina Kurdan di nava dijminan de, dixwazin Kurdan ji hişmendiya netewî/dewletbûnê dûr bixin.Ji bo armanca dewletbûnê pêk bê divê milet bibe kirde (özne). Yanî milet bibe navenda têkoşînê. Ji bo wê jî hişmendiya netewî û sîyaseta netewî pêwîst e.Îro Cenabê Serok Mesûd Barzanî, Pêşmergeyên başûrê Kurdistanê, Pêşmergeyên PDK-Î, Pêşmergeyên PAKê, Pêşmergeyên Roj, rewşenbîr, nivîskar û hunermendên Kurd ên ku bi pênûs û hunera xwe hişmendiya netewî bela dikin kirdeyên vî karî ne û em piştevaniya wan dikin, li gel wan in. Di vê xetê de ber bi dewletbûnê ve dimeşin. Lê ji bo ku em karibin vê rêyê temam bikin divê miletê Kurd bikin kirde. Loma divê em bi tundî şerê fikrê entegrasyonê bikin û xeta netewî û xeta entegrasyonê bi xetên dîyar ji hev cuda bikin. Armanca têkoşîna me, serketina hişmendiya netewî li hember hişmendiya entegrasyonê ye. Ji ber ku em dizanin dema hişmendiya netewî bi ser bikeve wê sîyaseta netewî xurt bibe, miletê Kurd bibe kirde û emê di têkoşîna dewletbûnê de bi ser kevin.Biryarên CivînêEm bi armanca belakirina hizra netewî derketin. Loma divê em di nav miletê Kurd de bin û li hember hişmendiya entegrasyonê hişmendiya netewî bela bikin. Ji bo vê armancê me li Amedê, li Qosarê, li Cizîrê, li Slopî û li Sêrtê komeleyan vekir. Li bajarên din jî me komîsyonên xwe ava kir û kare xwe kir. Li cihên ku me komeleyan vekir her çi qas di destpêkê de em bigihêjin armanca xwe jî, piştî demekê komele bûn sedem ku rihê şoreşgerî cihê xwe ji rihê birokratîk re bihêle. Di heman demî de li wan deran ev rihê birokratîk bû sedem ku têkiliyên bi milet re qels bibe. Ji ber ku me van xeteriyan dît û ji bo pêşî li ber hantalbûnê bigirin, me biryar da ku ji xeynî komeleya Amedê komeleyên din bigirin û li wan deran jî wek komîsyonan karên xwe bikin. Heta kongira Tevgerê ku emê pergala xwe û bernameya xwe dîzayn bikin, emê wek navendê komeleya Amedê vekirî bihêlin û li hemû derên din wek komîsyonan kar û xebatên xwe bidomînin.Îro çapemenî hêzeke pir mezin e û tesîreke mezin li ser civatê dike. Bi rêya torên civakî hemû kes dikare bigihêje hev û karibin vê hêzê bikarbînin dikarin gelek tiştan biguherînin. Loma ji bo ku em li ser çapemeniyê xurttir bin û karibin hişmendiya netewî bêhtir bigihînin miletê Kurd, me komîsyona çapemeniyê ji nû ve dîzayn kir.Karê birêxistinbûnê organîzasyoneke xurt dixwaze. Hevalên me yên komisyona birêxistinbûnê di vî karî de kêm man. Ji ber vê yekê me komîsyona birêxistinbûnê ji nû ve dîzayn kir û hevalên nû tevlî komîsyonê kir.Pirsgirêkek me jî pirsgirêka aborî bû. Ji bo pirsgirêka aborî çareser bikin me komîsyona aborî jî ji nû ve dîzayn kir. Me sîstema aîdatê jî dîzayn kir. Wê her endameke Tevgerê her meh aidata xwe bide.Heta kongirê emê bi vî awayî kar û xebatên xwe bidomînin. Ji bo şefafiyetê me pêwîst dît ku van nirxandin û biryaran bi raya giştî ya Kurdistanê re parve bikin.Em spasiya hemû piştevan û alîgirên Tevgerê dikin ku heta îro me tenê nehiştine û tim alîkariya me kirine. Keda wan mezin e û em tu carî wan kedan ji bîr nakin. Em bawerin ji îro pê ve jî emê bi hevudû re gelek kar û xebatên girîng bikin û erka xwe ya li hember netewa Kurd bi cih bînin.Di encam de, em rêxistineke netewî ne. Karê me ew e ku wek mîsyoneran bajar bi bajar, gund bi gund, mal bi mal hişmendiya netewî bela bikin. Tu fikrên me yên ku em bibin endamparlamen, encûmen, serok şaredarî yan xwedî kursiyekê tuneye. Me qedera xwe bi qedera netewa xwe ve girêdaye. Loma heçî yên ku li dû nav û kursî û berjewendiyên xwe yên şexsî bin, cihên wan ne Tevger e. Lê hemû kesên ku dixwazin xizmetî netewa xwe bikin deriye me ji wan re vekiriye. Wek Pêşewa Qazî Mihemed di bin nameyên xwe de bi navê “Xizmetkarê Miletê Kurd” îmze dikir, em jî xizmetkarê miletê xwe ne. Em nikarin bibin bersiva berjewendiyên şexsî yên tu kesî. Lê em dikarin ji hemû kesên ku dixwazin xizmetê ji miletê xwe re bikin qada têkoşînê vekin. Di vî warî de em bangî hemû ciwanên dilsoz û dewletxwaz dikin ku werin em bi hevudû re erka xwe ya xizmetkirinê bi cih bînin.TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ10.10.2016

Back to top button