Hikûmeta Iraqê li hember perwerdekirina çekdarên li Şingalê mûçe dide gerîllayên PKKê. Çavkaniyekî wezareta berevaniya Iraqê ji rojnameya Qudsî Erebî re ragehand, zêdetir li 130 gerîllayên PKKê li Şingalê mûçe ji wezaretê verdigrin. Heman çavkaniyê amaje bi vê jî kir, ku ew 130 gerîllayên PKKê heyama dû sale bi awayekî mehane û di dema xwe de, pare ji wan re diçe binkeyê wan ên li Şingalê. Li gor zanyariyên bi dest ketine çekdarên PKKê li sînorê Şingalê mûçeyê wan berdewam di dema xwe de tê dayîn û hikûmeta Iraqê mûçeyê wan di bin navê Heşdî Şeibî de dide.Hikûmeta Iraqê sê sal zêdetire beşa budceya Herêma Kurdistanê biriye.
Herman Xalîd/BasNews