Polîtîk

Balyozê Britanî re behsa çareserkirina darayî kirin

Roja çarşem 21.10.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Frank Bêyîker Balyozê Brîtanya li Iraqa Federal û şandekî li gel kir.Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya navçeyê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal û rewşa bereyên şer ya li gel terorîstan, xistin ber behs û di derbarê çawayiya serxistina plana têkşikandina terorîstan li Iraqê guftûgo kirin.Li beşekî dinê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya navçeyê ya piştî destêwerdana serbaziya Rûsya li Suriye û bandorên wê yên li ser şerê dijî terorîstên Da’îş guftûgo kirin.Her wiha li vê hevdîtinê de behsa rewşa aboriya Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û di derbarê çareserkirina qeyrana darayî guftûgo kirin.

Back to top button