Li Başûrê Kurdistanê qeyrana ku hefteya çûyî ji ber bûyerên tûnd ên li dij nûsîngehên PDK’ê û avahiyên fermî yên hikûmetê yên Qelediza navçeya Silêmanî û hin navçeyên din rû da, hinek nermtir bibe jî di qada siyasî de gengeşe didome. Li Başûrê Kurdistanê qeyrana ku hefteya çûyî ji ber bûyerên tûnd ên li dij nûsîngehên PDK’ê û avahiyên fermî yên hikûmetê yên Qelediza navçeya Silêmanî û hin navçeyên din rû da, hinek nermtir bibe jî di qada siyasî de gengeşe didome. Piştî banga dabînkirina aramiyê ya Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê(RHK) Mesûd Barzanî û helwesta PDK’ê ya biryardar, YNK’ê xeteriyê dît û xwe ji Goran dûr xist û peymana stratejîk a navbera PDK û YNK’e anî rojevê. Piştî van geşedanan û derzxwarina Tevgera Goran, nirxandinên ku qeyran di serê Goran de teqiya hatin kirin.Tevgera Goran ku wek gumanbarê bûyeran tê dîtin, daxuyand ku ew ne berpirsê xwepêşandanên ku roja şemiyê pêk hatine. Tevgera Goran ragihand ku ew ê şirîktiya xwe ya hikûmetê bidomînin û heta dawiya heyama yasayî ew ê li parlamanê erka xwe berdewam bikin. Sekreterê Giştî yê Goran Newşîrwan Mistefa ku wek sedemê bûyeran tê rexnekirin, li gel berdewamiya qeyranê jî ji serdana xwe ya derve venegeriya û ev yek bû cihê pirsên ‘Gelo Newşîrwan Mistefa reviya?Li RHK’ê, di demeke ku di bereyeke 1500 kîlometreyî de li dij DAIŞ’ê şerekî mezin tê meşandin de, li gel ambargoya darayî ya Bexdayê, ji ber ku ji aliyekî ve bergîdana şer û hewandina bi milyonan penaberan û ji alî din ve rûdana qeyrana serokatiyê qeyraneke mezin a piralî durust bû. Di kêliya vê qeyrana mezin de, çalakî û xwepêşandanên mamosta û karmendên ku 3 mehin mûçeyên xwe wernegirtine, wek di hemû nirxandinên siyasî de tê destnîşankirin, destwerdana Îranê û sorkirina Tevgera Goran bû sedem ku li hin deveran ev çalakî veguherîn êrîşên tûnd ên li dij nûsîngehên PDK’e û avahiyên hikûmetê. Di encama van bûyeran de kuştin, birîndarbûn, ziyaneke mezin a aborî û mezintirbûna qeyranê pêk hatin. Piştî van rûdanan pêşî nûsîngehên PDK’ê yên bajar û navçeyên aloz, paşê jî di serî de ya Paytext Hewlêrê, gellek nûsîngehên Tevgera Goran ji alî hêzên asayişê ve hatin dorpêçkirin û parastin. Aloziyen ku bi van rûdanan destpêkirin, peşka xwe li siyasetê jî xistin û siyaseta Başûr tevlîhev bû.4 Wezîr û Serokê Parlamenê ji kar hatin girtinDi nav hemû ev reşgeşeyan de di qada siyaî de jî tevgerîneke heralî dimeşiya. Piştî banga aramiyê ya Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî, Serkwezîr Nêçîrvan Barzanî bi 4 wezîrên ji Tevgera Goran re civînek pêk anî û di encama civînê de hate ragihandin ku Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyîd Qadir, Wezîrê Aborî û Darayî Rêbaz Hemlan, Wezîrê Geşepêdan û Bazirganiyê Salam Serdar Mehmûd û Wezîrê Karên Ayînî Kemal Muslîm ji kar hatine avêtin.Li gel ev 4 wezîrên Goran dûre hate ragihandin ku Serokê Parlamanê Yusif Mihemmed jî ji erka xwe hatiye dûrxistin. Her çiqas di raya giştî û qada siyasi de angaştên derewbûna van agahiyan belav bibin jî Rêveberê Wezareta Plansaziyê Zagros Fettah bi ser BasNûçeyê van agahiyan piştrast kir û da zanî ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ji bo bi wekaletî cihê van wezîran bê dagirtin ferman daye.Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî jî di derbarê geşedan de daxuyaniyek belav kir û got: “Ji ber êrîşan û ewlekariyê min ji 4 wezîram xwest dev ji erka xwe berdin.”Serokwezîr Barzanî daxuyand ku wî ji ber buyerên dawî ji wezîrên endamê Goranê re gotiye dev ji erka xwe berdin û wiha berdewam kir:”Di van çend rojên dawî de hin xwepêşandanên ne aştiya ne û yên qeyrana siyasî mezin kirin pêk hatin. Hin kesên li li bêrpirsiyar tevgeriyan xwestin aramiya li Hikûmeta Herêma Kurdistanê têk bibin. Lê belê hewldana wê grupa biçûk bi hewldanên kesên aştîparêz mezin nebûn. Rêveberiya Herêma Kurdistanê di qonaxeke hesas deye. Nerazîbûne komekê tê fêmkirin. Tişte ku me bextewar kir jî ew bû ku gelê kurd careke din peyama yekgirtinê dubare kir.”Barzanî her wiha axaftina xwe wiha domand: “Di derbarê xwepêşandanên hefteya borî pêkhatin de ez dixwazim eşkere bêjim; xwepêşandan gelê me ya li hember hin tiştan gelekî aştiyane û rewa û meşrû ne. Lê belê weke hemwelatî û Serokwezîrê welêt ji buyerên li Qeladizê, Kelar pirr acizim. Bi hemû hestên xwe ez ji malabatên şehidan re sersaxiyê û ji birîndaran jî re şifayê dixwazim.Ev buyer derfetê didin wan kesên ku dixwazin me parçe bikin. Dijminên me bextewar dikin. Weke hemwelatî û weke berpirsekî welêt ez banga aştiyê li hemû kesî dikim. Ez ji hemû kesî dixwazim ku ji kesên bêberpirsiyarî tev digerin û ji kesên fesadî û rikberiyê belav dikin dûr bin.”Di berdewamiya axaftina xwe de Barzanî bal kişand ser helwesta Hêzên Pêşmergeyan, karmend, mamoste û alimên olî spasiya wan kir ku di dema xwepêşandanan de helwesteke erênî nişandabûn da ku alozî belavtir nebûn. Her wiha Barzanî di derbarê qeyranê jî de got:” Me bi bawerî û rêzdariya li hember hevdû ew parlamento ew hikûmet ava kir. Lê belê wan kesên behsa demokrasî û aştiyê dikirin wan kesên behsa demokrasi û yekgirtinê dikirin ji tiffaqm dûr ketin. Kêşeyên Kurdistanê gelekî mezin kirin, bi nûçeyên derewîn û berpirsiyariya xwe ji bîr vekirin. Xwepêşandan ji mebesta xwe dürbün û gef çêbû li ser herêmê.Ji neçarî min ji 4 wezîran xwest ku dev ji erka xwe berdin. Bi wezîran re tû qeyrana me çênebû. Lê belê li gor erka serkirdeyên xwe kar kirin. Zirar dan hikûmetê. Ne mimkûn bû li ser erka xwe bimînin.” Her wiha Barzanî daxuyand ku ew ji ber qeyrana bereyan neraziye û wiha domand: “Partiya me ji bo çareseriya qeyranê li se gelek formûlan difikire. Lê belê çareseriya ku em bibin divê nebe sedema qeyranên nû. Ez di wê baweriyê de me ku divê xelk ji bo serokatiyê nêrîna xwe bêje. Ev mafê herî rewa yê hemwelatiya ye. Eger ev mafê rewa yê gel neyê dayîn ew ê mafê pirsiyariyê yê wî serokê ji destê wê bê wergirtin.”Di berdewamiya axaftina xwe jî de Barzanî da zanîn ku hin karmend,Pêşmerge » xebatkaran mûçe nestendine û weke hikûmet ew li ser wê yekê kar dikin ku bi serçaviyekê wê qeyranê çareser bikin mûçeyê belav bikin.Li hêla din jî Barzanî amaje bi wê yekê kir ku armanca wî ya serek ew e ku aboriya Hikûmetê Herêma Kurdistanê azad bike. Hin siyasetmedaran ji bo rê li ber vê yekê bigrin gelekî hewldane lê belê ew ê bi sernekevin. Di rojên pêş de ji bo avakirina hikûmetê em ê gava duyem biavêjin.Di vî warî de me peyama gelê xwe ya hevgirtinê wergirt emHelwesta YNK’êLi gel gumanbarkirina ku destê Tevgera Goran di rûdana bûyeran de heye, Wezareta Navxweyî hatina Paytext Hewlêrê ya wezîr û parlamenterên Goran qedexe kir. Di nav vê hengameyê de hemû çav vegeriyan ser YNK’ê û helwesta wê. Her çiqas Cîgirê Serketerê Giştî yê YNK’ê Mele Bextiyar, di 40 rojiya Bazgeneral Sefîn Abdulmecid ku di şerê li dij DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû, de bêje: “Tu kes nikare PDK û YNK’ê hînî niştimanperweriyê bike” û ji alî Endamê Polîtburoyê Saadî Pîra ve bê redkirin jî, beşek ji nûnerên YNK’ê ‘Pergala Rêveberiya Dûalî’ pêşniyaz kirin. Ev yek jî bu sedemê gumanên ku wek Tevgera Goran, di nav YNK’ê de jî aliyên ku destên wan di bûyeran de ye hene. Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Mele Bextiyar, di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku wan bi hemû partiyan re dest bi hevdîtinan kirî ye, wê hevdîtinên wan bidomin, ew li benda vegera Sekreterê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa ne, piştî ku Newşîrwan Mistefa vegere ew ê ji bo çareserkirina pirsgirêkan hewl bidin û ger ku şaşî hebin jî ew ê bi hevdîtinan hewl bidin ku van şaşiyan sererast bikin. Bextiyar jî di axaftina xwe de da zanîn ku ew ne alîgirên rêveberiya dûalî ne û ew ê li dij vê helwestê bin.Goran: Wê şirîktiya me ya hikûmetê bidomeJi alî din ve Meclîsa Neteweyî ya Tevgera Goran jî ji roja pêncşemê ve di bin serperiştiya Umer Seyîd Alî ku ji alî Sekreterê Giştî yê Goran Newşîrwan Mistefa ve hatibû erkdarkirin, zincîre civînên dûvûdrêj pêk anî. Di encama van civînên ku êvara îniyê bi dawî bûn de li ser navê meclîsa Goran peyameke nivîskî hate belavkirin. Di vê peyama ku PDK bi zimanekî hişt hate rexnekirin de hate ragihandin ku wê Tevgera Goran şirîkatiya xwe ya hikûmetê bidomîne. Di vê peyama ku bi zimanekî tûnd hatibû nivîsîn de her wiha hate gotin ku Serokatiya Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî ji 19’ê Tebaxê ve ne rewa ye.Goran Azad: Heta lêpirsîn encam nedin kes nabe gumanbarDi derbarê qeyranê, geşedanên li dû wê rû dan û helwesta YNK’ê de Parlamenterê YNK Goran Azad ji BasNûçeyê re nirxandinan kir. Azad anî ziman ku sedemên ku alozî gihîştin vê radeyê zêdebûna hejmara qeyranan û bilindbûna nerazîbûna gel e. Azad got: “Şer, ambargoya darayî ya Bexdayê, û rûdana qeyrana serokatiyê li ser hev kom bûn û ev yek bû sedem ku hemwelatiyên ji bê pereyî bêzar bûne bertekan nîşan bidin. Li gel van qeyranan, piştî ku Serok Parlaman jî ji serokatiyê hate dûrxistin, niha qeyraneke din a Serokatiya Parlamanê jî li qeyranên din zê bû.” Di derbarê destwerdana Îran û Tevgera Goran a di rûdanên tûndî de jî Azad anî ziman ku ev angaşt bêtir bi ser çapemeniyê ve hatine rojevê û dom kir: “Di çarçoveya pendên navneteweyî û heta di yên neteweyî de jî, beriya ku tawanbarkirinek bê kirin, divê lêkolîn bê kirin da ku ew tawan bê piştrastkirin û eger ev rêbaz neyê pêkanîn rewş dibe cihê pêkenînê.” Goran Azad pêwîstiya lêkolînên bûyeran destnîşan kir û anî ziman ku bêyî lêkolînkirinê tawanbarkirin pêk bê, ev yek wê encamên nebaş derxe holê. Azad cudahiya mafê rewa yê xwepêşandanan û rêbazên tûndwer ji hev veqetand û da zanîn ku bûyerên rû dane neyênîtiya rêbaza tûndiyê li pêş çavan raxistiye û anî ziman ku ew wek YNK, hemû cûre rêbazên tûnd red dikin û alîgirên mafê rewa yê xwepêşandanan in. Li ser jikaravêtina 4 wezîr û Serok Parlaman jî Goran Azad got: “Jikaravêtina van kesan a ji alî Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, pêkanîneke dijî demokrasiyê ye. Tevgera Goran roja îniyê ragihand ku ew dev ji şirîktiya hikûmetê bernadin. Ji bo çareseriyeke mayînde divê hikûmeta heyî berdewam bike û hemû alî ji bo careke dinê pêk neyên, ji van rûdanên nebaş sûdê werbigirin.”Bangên aramiyê li pey hev hatinPiştî ku rûdanên tûndî pêk hatin, hem ji aliyên Başûr û perçeyên din ên Kurdistanê û hem jî ji derveyê Kurdistanê bangên aramiyê li pey hev hatin. Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNK’ê û Cîgirê Serokê RHK’ê Kusret Resûl di peyama xwe ya di derbarê bûyeran de anî ziman ku ew ê nehêlin ku hêzên veşartî yên dijminên kurd, li Kurdistanê bigihîjin armancên xwe û wê Herêma Kurdistanê bi hemahengî û hesta yekîtiyê van pirsgirêkên xwe çareser bike. Serokê Partiya Demokrat a Sosyalîst a Kurdistanê(PDSK) Mihemedê Hecî Mehmûd, bang li hemû partiyên siyasî kir ku beriya bûyer mezintir bibin li hev bicivin û qeyranan çareser bikin. Parlamanterê Eniya Tirkmen Aydin Marûf jî metirsiya xwe ya di derbarê bûyerên li Qelediza navçeya Silêmanî hanî ziman û bang li partiyan kir ku li ser maseyekê kom bibin.Ji alî din ve li gel bangên partî, rêxistin û siyasiyên perçeyên din ên Kurdistanê ji cîhanê jî bangên çareserkirina qeyranan hatin. Berdevkê Wezareta Derve ya DYA Mark Toner, partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê hişyar kir ku dijminekî wan ê wek DAIŞ’ê heye û xwest bu ev partî bi hemahengî li dij vî dijminê xwe têbikoşin. Berdevkê Neteweyên Yekgirtî(NY) Stéphane Dujarric jî diyar kir ku ew geşedanên li RHK’ê ji nêz ve dişopînin, bi vê mebestê ew ê nûnerekî xwe bişînin Hewlêrê û piştî raporta vî nûnerê wan ew ê wek NY daxuyaniya xwe ya fermî ragihînin. Rujarric, her wiha anî ziman ku ji ber van rûdanên tûndî ew metirsîdar in û hêvî dikin ku pirsgirêk bi rêbazên diyalogê bêne çareserkirin. BasNews