CîhanRojev

Balefirên Îsrailî gelek cara ketina qada hewayî ya Îranê û nehatine tesbît kirin!

Balafirên şerên Îsraîlî bêyî ku ji aliyê radarên Îran û Rûsyayê ve bên tesbîtkirin, gelek caran qada hewayî ya Îranê derbas kirine.
Li gorî raporekê, di heyama du mehên borî de, firokeyên cengê yên nifşê pêncê yên Îsraîlê yên F-35, çend caran derbasî esmanê Îranê bûne. Herdu radarên Îranî û Rûsî jî nekarîn wan tespît bikin.

Di raporê de tê gotin ku Amerîka û Îsraîlê li Deryaya Sor tetbîqatên berfireh pêk anîne. Armanc ew e ku êrîşên esmanî û deryayî yên li dijî Îranê û desteserkirina keştiyên Îranê yên li Kendavê simule bikin. Ev rahênan beşek ji çend rahênanên nehênî û eşkere yên di navbera her du welatan de bûn ji bo amadekariya lêdana navendên navokî yên Îranê.

Ji bo vê yekê Îsraîl fîloya balafirên xwe yên pêşketî F-35 jî di nav de amade kiriye û nûjen kiriye. Da ku ew ne hewce ne ku li ezmên sotemeniyê bikin. Hêza hewayî ya Îsraîlê jî bêyî ku sînyalên radarê bide, bombeyeke nû ya yek ton xistiye nav cebilxaneya F-35an. Ev tetbîqat nîşan didin ku Amerîka piştgiriyê dide Îsraîlê û dema ku saziyên Îranê bêxe jî alîkariya wê dike.

Back to top button