CivakRojev

Ji bo zêdekirina rêjeya jinan di sektora taybet de xebat tên kirin

Sekreterê Yekitiya Odeyên Bazirganî li Herêma Kurdistanê(HKI) dibêje, bi hemahengî li gel Banka Cîhanî kar tê kirin daku di sektora taybet de derfetên zêdetir ji jinan re bên peydakirin.

Sekreterê Yekîtiya Odeyên Bazirganî li Herêma Kurdistanê, Şivan Ebdulrehman di vê derbarê de dibêje: Me ligel Banka Cîhanî ji bo hêsankirina kar ji bo jinan ji bo zêdekirina derfetên kar civîn kirine. Ji ber wê jî dixwazin bi hikûmet, rêxistinên jinan û Desteya Bilind a Jinan re bicivin da ku rêje zêde bikin, me lêkolînek li bazarê kiriye û dibînin ku rêjeya jinan kêm e.

“Dixwazin jin di hemû qadan de di sektora taybet de bixebitin û bizanin ka pirsgirêkên wan çi ne û li welatên din çiqas destavêtin heye.

Ebdulrehman eşkere kir ku di sala 2012an de heta niha me gelek kar kirine û gelek mijar hene weke pêşniyar li gel hikûmet û sektora taybet ku me gotûbêj kiriye, ji bo ku rêjeya jinan zêde bibe, lewma wan serdana me kirin û li ser vê mijarê kar dikin. Ji bo nimûne, jinên ku projeyên wan hene, ji mêran kêmtir bac were standin, eger sektora taybet hewceyê lîsansê be, ji bo zêdekirina rêjeya jinan di sektora taybet de, ji sedî 50 ji heqê wan were efû kirin.
B

Back to top button