Cîhan

Balefirên Amerîka hawara Artêşa Azad neçûn

 Li gora di medya Tirkî de hatiye, doh êvarî bi pişgiriya hêzn Tirkiye Arteşa Azad gundek ji destê DAÎŞê de derxist. Di dema  şer de DAÎŞê bi roketan êrîş kir û tankek ya Tirkan bû armanca roketên DAÎŞê û 3 efserên Tirk birîndar bûn.Li gora îdiaya Tirka di wê demê  de balefirên Amerikî li ezmana bûn û Tirka û Artêşa Azad arîkarî ji balefiran xwestin. Lê Balefirên Amerikî bersiva wan nedan. Li ser vê bûyerê balefirên Tirka ji Incirlikê rabûn û çeperên DAÎŞê bombebaran kirin.Herweha Tirk dibêjin, piştî ku wan çeperên DAÎŞê têkbirin 3 demjimêra şûn de, ji nûve balefirên Amerikî dever bombebaran kirin lê bombe avetine erde vale.Di vê derbarê de berpirsek yê Artêşa Azad dibêje: Amerika soz dabûn ku dema em êrîş bikin dê bi balefiran pişgiriya me bikin. Lê dema me arîkarî xwest nehatin. Di şer de birîndarên me çêbûn. Me dikariya em gelek kesên xwe ji destbidin. Pişgiriya Amerika beşek ji projeya  me bû. Diviya vê berpirsiyariya xwe bi cih anîbûna.Lê em li wê deverê tenê hiştin. Di rûyê wan de êrîşên ezmanî dereng ma. Dawiyê balefirên Tirkiye gihan hewara me.

Back to top button