Cîhan
Balafira rêwiyan a Rûsî winda bû

Hat ragihandin ku li Rusya balafireke rêwiyan a modela An-24 windaye. Di balefirê de 40 rêwî û 6 karmend hebûn.
Ji aliyê ajansa nûçeyan a Interfaxê ve hat ragihandin ku, pişt rabû demekî pêwendiya balefirê birca kontrolkirina hewayî qut bûye.
Ajansa nûçeyan a Shot ragihand ku balafir girêdayê kompanya Angara ye û ji herêma Tynda ber bi Çiyayên Amur ên li ser sînorê Çînê ve difiriya.
Li gorî agahiyan, balafir çend kîlometreyan dûrî cihê ku lê deynê windabûye.


