Civak

Hikûmeta Iraqê mûçeyên karmendên Herema Kurdistanê şand

Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxûyakirin ku, pereyên mûçeyên karmendên Kurdistanê ji bo meha Gulanê ku, hatibûn rawestandin gihan destê wezereta darayî ya herêma Kurdistanê.

Wezareta Darayî dibêje: “Îro, roja Pêncşemê, 24ê Tîrmeha 2025an, (974,813,000,000 ) dînar ji bo mûçeyên karmend û teqawîdbûyên meha Gulana borî yên Herêma Kurdistanê hatiye veguhestin.

 Di daxuyaniyê de wiha jî hat gotin: “Ev pere ji bo hesabê Wezareta Darayî rêkirina banka nawendîya Iraqê ya şaxa li Hewlêr. Sibê, roja Înê, dê mûçeyên karmendên herêmê yên meha Gulana borî werin belavkirin.”

Back to top button